Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

218 syf.
8/10 puan verdi
·
4 günde okudu
BACANÊN SOR Û HÛRGILÎ YÊ WÊ
Rênas Jîyan nivîskarêk î pênûsa wî xurt e. Civaka xwe baş nas dikî û wê nasîyê bi pênûsa xwe jî baş neqş dikî. Rênas Jîyan wê berhema wî min eciband. Lê dawî xwezî ne wisa ba. Min dawî bi meselê ve pir girê neda, gora min beşa dawî her du mijarên (Mencik ê û Seyîtxan) pirtûk ê ê sereke baş bi hev nehat girêdan û kêm ma. Pirtûk behsa karê bacanan dikî. Li wir behsa jîyana kon û di kon de xwarin, şûştin, rûniştin û razanê dike. Ew tasvîr gelkî serkeftî bû. Gelek ê wî karî kirîye wan rojan wek filme kî ji ber çawê wan ew ê derbaskiri be. Min gava ew pirtûk xwend ew pirtûk pirtûka 'Gazap Üzümleri' hanî bîra min. Di wir jî nivîskar lehengî wî di karê çolê û di ser erda derbas di bû. Lehengên pirtûk ê zor û zehmetîyên wan însanan bi ostatîyek mezin nivîsîye. Rênas jîyan jî mere rihet kanî bêje li ser nivîsa êş, keser û kederê ne kêmî John Steinbeck e. Di wê pirtûkê de hinek tiştê ser teknîka nivîskar jî ez dixwazim bîne ziman. 1- Navê lehengên wî pir dirêj e û di bîra xwînera ez bawerim ewê kêm mabe 2-Mijarê di mînak daînê pirr zêde mînakan dide. Hevokê di mînaka difetisîne caran 3-Car caran pirtûk ji wêjeyê vedigerî wek pirtûkek felsefê, sosyolojî yê , zanistîyê. Nivîskar kanî bû bi hawekî zirav derbas biba wan zanistîya. Lê belê rastê rast ketibû yê. Gora min jî ew rewş pirtûk di aliyê wêje yê kêm xist. Bi kurtasî fikrên min li ser berhemê wisa ye. Rênas jîyan gor min; her berhemî wî û her nivîsî wî hewceye xwendinê. Her min nivîsek wî a xwendî, ya min birîye bîranîne kê yan jî di fikir û ramanê de xwe de tesîrek li min kirîyi
Bacanên Pelçiqî
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201733 okunma
·
77 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.