Hebûna min, min diêşîne, gelo tunebûna min jî wê ez biêşandima? Heger fikirînê zewkek an jî 'hez'ek nedabûya min, ez ê dîsa jî bifikiriyama gelo? Na...
"Ez diêşim wê çaxê ez heme."
Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû.