şêrînê, şêrînê
_Gulçîçek û nesrînê
_________Rû sorgula evînê
________________Ez dil didim mizgînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê rû li rojê
___Lêv ji gula berrojê
________Bi çavan dil disojê
______________Serxweş kirim wê dînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê çavxezalê
____Ebrû ji rengê dalê
________Min can û dil li balê
_______________Sîng bexçeyê evînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê nazedarê
____Sêva sor îli darê
__________Rû wek gula biharê
__________________Lêv melhema birînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê bejne serwê
_____Qêrînê min li ser wê
_____________Kengî ji dev şeker wê
______________________Bidî min ew di jînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê serbilindê
_____şepal û gewr û rindê
_____________çil sal e ez li bendê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê pir delalê
___Ebrû ji rengê dalê
__________Ronahiya şemalê
________________Nazdar û nazenînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê gewr û sorê
____Guh nadî zulm û zorê
_____________Pozbilindê li jorê
___________________Ji dil re pir bi kînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê rûj i tavê
____Lev kas e, mey di navê
____________Pir kûrê bê peravê
__________________Xweş dawerê evînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrînê gewr û bozê
______Gotin xweşê, bi sozê
______________Her dem ji bo me dozê
____________________Carek were civînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
şêrîn hatî ji derda
_____Dil bir û can bi ser da
____________Tîrek li nêv cegerda
__________________Der bû ceger bi xwînê
şêrînê, şêrînê
____Ez dîn kirim
_____________Bê dînê
04.09.1979, Stockholm
Ne ji vî pirtûkê