Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez Nizanim Çi Bêjim
Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im Ez nizanim çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewşa neqşê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjen im bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Ez Mûsayê Hesar im Ji we tevan dilsar im Lê ez bi we nikarim Ez nizanim çi bêjim çiman hemî nabin yek Leşker nakin lek bi lek Kanîn ew Bircên belek Ez nizanim çi bêjim Hirç ketine nava rez Gur ji hawîr têne pez Ji xew rabin em bi lez Ez nizanim çi bêjim çi ne ev êl û eşîr? Ne beg maye ne jî mîr Ji dijmin re bûn Cizîr Ez nizanim çi bêjim şêxên bi cibe û şaş Xwe ji olê dane paş Hemî bûne gornebaş Ez nizanim çi bêjim Ey xortê ku ji nû tê! Ê ku di nav zikê dê Yan jî di pişta bavê Ez nizanim çi bêjim Ji bo we ez vê sazê Xweş lê didim bi gazê Bi daxwaz û nîyazê Ez nizanim çi bêjim Ev daxwaza me pir kûr Mûsa, min ew bir Tûr îsa, min ew kire nûr Ez nizanim çi bêjim Ez millet im, ez mirov Sedê bîsta neman hov Direşênim bo we tov Ez nizanim çi bêjim Ji bo we min gelek hişt Hin dîwan û hin nivişt Gol ji avê bûye mişt Ez nizanim çi bêjim Sivik çû bihara min Zer bûn pelê dara min Dûr dûr diçî yara min Ez nizanim çi bêjim Serî sipî bûye pûş Per şikestî Qereqûş Ez dinalim li Merûş Ez nizanim çi bêjim Perçe bûne lek bi lek Hemî bazên qerbelek Kengî karin bibin yek? Ez nizanim çi bêjim Dipeyivin pir qelew Ji dijmin re çêlekew çawan serî dixin xew Ez nizanim çi bêjim Heta dil ranewestî Ez nabêjim bi sistî Kêr gihaye ser hestî Ez nizanim çi bêjim Xwendewarên kurên Kurd Em li qada xwe zigurd Bes in kul û xem û derd Ez nizanim çi bêjim Hemî destan bidin hev Xebat bikin roj û şev Ji dil dibêm, ne bes dev Ez nizanim çi bêjim Weke hev in ev û ew Win guh medin tev derew Millet şiyar bû ji xew Ez nizanim çi bêjim Millet tenê dikarî Xweş hilgirî vî barî Ristê bikî hevparî Ez nizanim çi bêjim Win dixwênin ji bo çî? Ma nabênin li her cî Cihan ber bi pêş diçî Ez nizanim çi bêjim Dijmin li her cî û şop Xwedîtang û xwedîtop Li me dikin qopeqop Ez nizanim çi bêjim Nabênin dijminên xwe Her tişt birin ji bo xwe Li min sor bû kiloxe Ez nizanim çi bêjim Dibin destan hezar sal Dane dijmin qad û mal Berdin şopa bav û kal! Ez nizanim çi bêjim Bav û kalên me nezan Pez berdane bê şivan Xanî bûbû bilûrvan! Ez nizanim çi bêjim Ne ez Xan im, ne Xanî Ne Zerdeşt, ne Manî Li xwe kir bargiranî Ez nizanim çi bêjim Ne gernas im, ne egîd Ez şêxmûs im, bê mirîd Lê dilewkim wek berîd Ez nizanim çi bêjim Di ristê de çi merd im Dil bi kul û bi derd im Xwîna şehîdên Kurd im Ez nizanim çi bêjim Ronikên xwişk û diya Ez axîna sêwîya Ez gazinên jinbîya Ez nizanim çi bêjim Ez hêvîyên girtiyan Jana dilên birçîyan Serma laşên bêcîyan Ez nizanim çi bêjim Ez dixana napalim Xwîna sînga delal im Hawar im, nalenal im Ez nizanim çi bêjim Ez dengê wan hejaran Ketim şax û zinaran Ez ew benê sêdaran Ez nizanim çi bêjim Heq bi zor e di jînê Ez dilbijê evînê çi tê ji vê girînê? Ez nizanim çi bêjim Keko, ez Cegerxwîn im Dil bi kul û birîn im Van ayetan dixwînim Ez nizanim çi bêjim.
·
59 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.