Ey hevalo, delalo! Tu her tiştî dizanî...
Di zimanê me kurdan, tu wek Melayê Xanî
Tu xortekî çelengî; ez kalekî zemanî;
Dil û gerden şikestî, bendewarê xizanî...
Xwedê te xweş bihêle, tu xortekî ciwanî.
Erê ruwê te roj e, tava wê da diyara
Devê te wek bişkoj e, nû derkeve ji xara
Porê serê te sor e, mîna gula zinara;