Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Jin Hene Jinkok Hene
cihan bûye zivistan rê û biwar rawestan berf û baran û bahoz hawîr bûye terpetoz çûk nikarin derkevin teba nema dilivin rê winda kir çîqê reş di wê roja pir nexweş cihan li ber tarî bû ew nizanî diçî kû bi bez diçî, dil bi kul per û terî hemî şil ji ber serma sibatê xwe avête ber latê pir tarî ye, bû dereng di şikeftek reş û teng çîqê reşê pir bi rû xwe avête hindirû ket hêlîna kevokê xwe berdaye ser çokê - kevokê kir qire-qir pepû, ji ku hatî vir ? - ba, bahoz tên bi gij-gij cihan tevde bûye mij ez hatime mala te xwe daye ber pala te ej î wekî te teba gerek bêjî: merheba van çend rojan sibat e tim namênim li ba te ez ê herim mala xwe bighêm cem hevala xwe lê kevokê bi xeyd go: na heyra, na, de o, to ! îşev raze, sibê zû here bê ka diçî kû ? ez bi tenê jina bî hêlîn teng e, nîne cî nêr hemî destdirêj in xelkê siba çi bêjin ? dost û mirov û neyar wê bê: bûne dost û yar ne wek hev in, per û post em nikarin bibin dost lê çîq per gihandin per hinek bala xwe da ser ; bi evînî jê re got: heta dil û ciger sot ejî wek te xwedî per zivistan e, bê mefer heçî mê ne, dilovan ez li te bûme mêvan ey kevoka cowan per ! kî mêvana dikî der ? bere bişkî bayê reş belkî cihan bibî xweş navêm li cem te razim xatir ji te dixwazim ez ê herim mala xwe herim cem hevala xwe çawa laşê wê germ bû dilê wê pêre nerm bû ez ê bêjim guh bidê mêvan mêvanê xwedê lê berê xwe mede min çawa hebî qels e jin hinek dûrî min here berê xwe jî bighere oh, de çine evên nêr ? li ser me xwe dikin şêr heçî mêrin tolazin li pey jinan dibazin ev şikefta me wek dêr ez paqijim weke zêr gotin çend gotinên tewş bi herdiwan xweş bû rewş çîqê reşê bê fedî ji nû riya xwe tê dî perên xwe berdane ser wî kişandin çend keser go: şêrînî, kevokî xuyadikî zarokî ev cihana pir mezin ne serî û nejî bin mişte ji evîn û jîn hebûn çiye, bê evîn ? jin çiye ko nebî mêr, ko xerc ne bî çiye zêr ? rewşa jînê mêr û jin herdû hevdî dimijin em ronîya vê jînê sazin ji bo evînê mêr û jin ko bighên hev li dil ronî dibî şev bihîstine mem û zîn kîne ferhad û şêrîn ? eger nasnakî evîn xec û siyamed bixwîn ew qas li min mebe leç bixwîne ka çilo xec ? dil ji kul û xeman mişt di evînê wê xwe kuşt ez memê me û tu zîn ez ferhad û tu şêrîn ez siyamed tu jî xec çi jinbî û çi jî keç ey kevoka per heşîn heç î nêrin, ciger-xwîn mêr çiyakî pir paqij lê jin li ser bûye mij ez ne dînim, ne gêjim bi kurmancî dibêjim : sergo nadin ser bana jin guh nadin mêvana, ev pirtikên xweş û nerm ku nekşênin hilma germ çi hêjaye jîna te ko nekşênim bîna te siba wê bibî bihar teba dibin dîn û bar serxweş dibin ker û gur bi zûr-zûr û bi zir-zir bi wan xweş bin dem û çax hawîr dikin ox û ax bi wan şêrîn dibî jîn dilan dadigrî evîn pey hev kevin jin û mêr yan jî heçî mê û nêr tilûr bikin qişte-qişt laş ji evîn dibî mişt çiqas paqij bî wek zêr mê nîne dil nedî nêr gerek hebî hespê nêr çavên te jê bibin têr perên xwe têxin nav hev çi bi roj û çi bi şev ji hev bistênin germê ji xwe bavêjîn şermê xwe têxî ber dilê wî birevênî kulê wî bi we pir xweş bibî jîn tijî bibin ji evîn ejî nêrim, tijî mê serma me kuşt bi germê emê hevdî kedîkin çêlîkên xwe xwedî kin ew kevoka jinebî zû fireh kir jêre cî çeng û per lê şikestin herdû bi hevre mestin kete nav lingan terî dibin çavan lê nêrî pê xweş bûye gelek jîn dil dagirtî ji evîn cihan pir pê bûye xweş xwe siparde çîqê reş piştî ko roj çû ava ew bûne bûk û zava derbas bûn ew demên sar sibat çû û bû bihar gul û kulîlk çûne der cihan bûye kesk û zer her kes rû geş bi jînê dilbijokên evînê teba hawîr digerin tilûr bilind difirin candar hemî bi şadî divên gerdanazadî çîq û kevok bûne cot wek destûra xwedê got geh bi roj û geh bi şev dane hevdî lêv û dev ji nişka ve dîn rokê qolinc hatin kevokê hêkên wê ku bûne heşt ji nû li ser wa rûnişt bi ser wan de bû pisîk heta ko bûne şêlîk lê dî ko reşin wek çîq ji nû kire şîqe-şîq kire gazi go: hewar ! firi jor u hate xwar kire qir u şiqe-şiq xwe avête riwê çiq çîq serê jêre danî kevok dîsa çu banî dîsa bi hêrz hate xwar reben, ji ber qare-qar çend êrîş anîne ser li wê navê xweş bu şer çîq jêre go: diya min, çiye kêmasîya min ? go: ev çiqê reş u pis te wêran kir li min lîs ez paqij bûm weke zêr te ji banî anim jêr min nav nanibûn ser xwe de wer rêkê jê derxe ezê çi bêjim xelkê ? wê nebêjin: te ji kê wergirtine ev çêlîk ne pîroz bî ew kêlik, ko, tu hatî mala min xwe avête tala min bi vi serê tey mezin ez jitere nabim jin çîqê qurpiz go: tifî bê li bextê jina bî ma kes karî li dinê, bi zor bazdî ser jinê ? bi te ez bûbûm şekir îro dibêjî: siktir ! - ez kevokim per sipî keç bim yan jî jinebî ez paqij bûm weke zêr ez neghame kesê nêr ji bazî re nego: fîq çawa bibim jina çîq ? bixwe ket û kir hewar çêlîk tev avêtin xwar ji nû rabûn hêrzên çîq bi ser de kir şîqe-şîq êrîş birê bi nikil lê pir kirin xem û kul bi xeyd ji kevokê re got: te hinavê mi tev sot ey kevoka jinebî ! tilûr çi reş, çi sipî hemî j i yek bavî ne meger bej û avî ne sipî û reş û belek di jînê de hemî yek şaşa mela û keşe yek sipîye, yek reşe lê herdû jî olperest xwedî destûr, xwedî rist mî ya sipî, mî ya qer weha renge ga û ker ... şeb sipî ye, reşe misk berf sipî ye reşin bisk roj sipî ye reşe şev reş û sipî weke hev rengê teba hezarin bê pîvan û jimarin kesk û sipî, sor û zer li jor dibin qozeqer em tev ji vê axê ne xwej min çêtir mebên e kevokê go: çîqê reş pir çilekî wek keleş reş û sipî ne wek hev kengî roj dibî wek şev ? reşik tev bê ewle ne li ber destan kole ne tên kirîn û firotin weke êzing û rotin çîq go: na, na, tu şaşî di vir de pir li paşî ; reşin hene serbestin sipî gelek bindestin lê tev karker û cotar dibin kolê koledar mirov hemî weke hev tevlî candar dibin tev candar hemî xwarinxwer hinek hene bîrewer mirov xwedî zimanin ji me çêtir dizanin pêş ve diçin dem bi dem li paş mane tenê em kevokê go: bese, bes ! şikeft li min bû qefes dev ji felsefê berde te naxwaz im mi berde çîq go: kevoka sipî evin weynê jinên bî reş paxerin, sipî, zêr niha bûne jin û mêr eger qanûnek hebê; divê tu pey min de bê jin tim darê şikestî jêre nîne serbestî go: bi serê tey mezin ez ji te re nabim jin jehrê têxim vî dilî ezê li te kim gilî herdû firîn çûn ezman çun dîwana suleyman çîrok li civatê got dilê tevan kir bizot lê wezîrê wî yê kurd go: ey şah û yezdîgurd ! bere herdû bifirin emê li wan binerin ka raste herdû wek hev raste ro jî weke şev herdû rabûn xweş firîn li ezmana xweş gerîn çîqreş dema hate xwar xwe avête ber dîwar lê kevok hat ji ezman çû ser destê suleyman wezîr gotê: ezbenî, ezê bêjim, ne kenî : herdû ne babetên hev ro jî nabî wekî şev çîqê reşê kesnedî ne wek kevoka kedî ev kevoka dilovan tê ser destê suleyman nej bo reş û sipîtî ji bo hovî, kedîtî jêre navê xeberdan kevok jê hate berdan çîq gote mîrê cina guh mede weynê jina . li nik çîqê teyê reş çîrokek heye pir xweş; ferman bike bibêjim, da zanibî ne gêjim ne kin û ne dirêje suleyman go: de bêje go: xortekî ser bilind keçek anî wî ji gund ro çû ava, bûye şev bûk û zava gihan hev berî herdû bibin cot wan ev ji hevdî re got : jêre da sozek mezin ez dest nadim jinek din xwedê çêkir jinik mir gorna wê li pala gir mêrik li ser wê girî lê wê çi bêjin mirî ? eger salek, eger do ; xwedê ji cibrîl re go: rabe here vê şevê biner ji min çi divê ! cibrîl sivik hate bal te çi divê ey heval ! ger te divê zîna xwe bidê nîvê jîna xwe ezê ji bo te rakim dilê te û wê şakim mêrik pêre çû rayê nîvê jîna xwe dayê deng bat ji gornistana cibrîl rabû ezmana mêrik dicî de bû kal jinik rabû wek xezal kalê reben berde çû lê ew dûrî wî dibû - pitê, ez mêrê te me li ser wê soza xwe me bû tiq-tiqa wê, kenî go: bes kalê dev genî ez a gewra çav xezal çawa bikim evê kal ! ? kalê reben, bê mefer wî êrîşek bire ser li wê navê bû hewar ji wêde bat yek siwar lê xortekî gelek rind bejn û bala wî bilind dest avête destê wê avêt ser pişta hespê siwar jinik bir û çû kalê, tifek daye rû cibrîl hate serê gir weke berê dey lê kir ha, ka jina te ya baş xwedê şaşe, yan tu şaş go: ez kolakî ser reş xwedê çibkî ewa xweş? cibrîl gotê: kalê dîn jîna xwe jê tu bistîn mêrik dîsa wilo got dî ko dîsa bûye xort : ey padîşahê ser text li cem jina nîne bext dil bi kul û bi derdim çawa jina xwe berdim ? bersiv dayê zû kevok hin jin hene, hin jinkok destûr bide kevokê ejî bêjim çîrokê : hebû keçek gewr û rind bûbû çîrok li nav gund xortek rabû dest bi dest qelen da û keçik xwest piştî ko roj çû ava gihanhev bûk û zava herdiwa sûnda mezin xwar ji kesî re nabin yar li wan demên pir dirêj derbas bûne bê sergêj mêrik rojekê bi lez berê xwe da nava rez tiving li ser milê wî tiştek kete dilê wî ka ez wê bixapênim da rastiyê bibênim tebak li wê çolê kuşt derpê di xwînê de hişt nava lingan kire xwîn hate malê dil bi şîn çawa jina wî ew dî kire qêrîn, da girî mêrik kete nav ciya jinik rûnişt ber piya go: ka bêje çi bûye, birîn çiye, li kûye ? go: min yeke neçê kir min tebakê xwe jêkir jina wî ya pir ciwan jêre wê got: dilovan , li ser soza xwe me ez tu kes naçî li nav rez jinik kete qomana weke tavên barana
·
105 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.