Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Port Û Şîret
Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Em bûn çera hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî Bi pêş de gernas û şiyar Êriş bikin sênca neyar Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Win kom bikin zêr û pera Zû çêbikin serleşkera Kurd perçe-perçe çend kerî Doza xwe nabin ta serî Kole di bin destê neyar çawa bibim jê hêvîdar? Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Divêm şiyarbin hey heval! Bidin di vê rê can û mal Li ser çîyan şepal û ? êr Êrîş bikin li jor û jêr Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Eger wesan çend perçebin, Dê tim di bin zorê debin Ger em nebin yek perçe ar Guh nadî dengê min neyar Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Lê Markisî nabî dubin Gernas di binde radibin Destan bidin hev bibne yek Êrîş bikin dijmin bi çek Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Bibin fidakarên welêt Ji xwe bikin şerm û fehêt Êriş bikin dijmin bi ? er Gava şikest win bidne ser Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Herwek Viyetnam şer bikin Dijmin ji hev ker-ker bikin Dostên me ne tev Markisî Turk û Ereb û Farisî Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Hewsar medin dest borcewaz Mebin çera hirç û beraz Cotar û herçî dest qirêj Em tev birane hê ji mêj Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Welat bixwazin rast û çep Turk û Ecem, Kurd û Ereb Destan hemî em bidne hev Lê nebtenê bêjin bi dev Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Her yek di nav qada xweda Dest bidne hev jar û geda Herçî hevelên koledar Ji bo me ew herdem neyar Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere çend sal e ev gîr û hewar Carek ji xew nabin şîyar? îro şîyar bûne ji xew Dîsa dibin wek çêlekew Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere şah û beg û axa neyar Dost û hevalên koledar şêx û melayên sexteçî Em kirne `sofi` û `heci` Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Dest bidne hev tev mêr û jin Xort û keç û biçûk, mezin Em tev ji vê berpirsiyar Besin ji xew rabin - şîyar Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Cîhan hêjî bûn dubend Wan dane mil gurz û kemend Bendek li jor û yek li jêr Bendek bi xwîn û yek bi zêr Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere şêr şêr e, jinbî yan jî mêr Navê tevan danine şêr Gava ku tê dengê piling Destê me naçî ser tiving Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Xûşkê tu jî hîn be şera Zû nasbike derb û bera Wek mêr tu karî şer bikî Dijmin ji hev ker-ker bikî Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Benda me gernas, xurtemêr Lê tev nezan û tev nekêr Bê zêr dibin destê neyar Ta kengî em nabin şîyar? Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Heval şîyar be, rê bizan Dûrkev ji destên van dizan Cotar û karkar, xwendewar Tev bibne yek em dost û yar Gernasî karî şer bikî Dijmin ji hew ker-ker bikî Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Ev perçebûn nejber xwe tê Gayê zexel naçî xetê Barê giran, ker naçî ber Seyda ji ber xûn bû ciger Kurdên ji Zagros û Keper çawa bitirsin ew ji şer? Guh medne van ? êx û bega çavsor dibin wek conega Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere Hawîr biborin wek beran Pîkol bikin li her deran Tirsê bixin cergê neyar Hem xûnvexar û koledar Hela were, hela were! Seyda ciger xwîn bû bira!
(Dîwana 6a, şefaq)
·
68 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.