Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Zîmân
Vejêne zimanê xwe ey xwendevan, Nebûye milet hîç kesek bê ziman Zimanê me xos û xeros û ciwan Eger baş bizanî tu nakî ziyan Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî Eger baş nizanî divê zêdekî Elîfba û dîwan û ristan bixwîn Heta ko wekî min nebî dil bi xwîn Binêre zimanê te çend dewlemend Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund Bibêhne çi sêrîne ev reng ziman çi payebilind û çi rûmetgiran Bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik Ne pirsek biyanî bî nabî girik Tu paqijke zarê xwe sêrîn bike Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike
·
77 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.