Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Strana Mirin Ê
Piyana jiyana min hêj tejî û dagirtî şikiya Emr û hestiyên min pê keserên giran heliya. Hêstir û girîn, ax û zarîn, Ji derdê mirinê re ne tu derman in. Siha mirinê bi ser serê min de tê; Saeta min a dawîn lêdide; Mirininê li nêzîkî min kiriye; Xuya ye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê Ma ez çi bikim? Tiştek li destê min nemaye An girîn, an stran û dilxweşî. Ez ê bistirêm !… Ko hêj dest û tiliyên min, ji darê tenbûra min hê sar ne bûne. Ez ê bistirêm !… Mirin min dixapîne û dilorîne; Ez bûm, cîranê mirinê; Dengê wê ê zîz û giran tê; û dikeve guhê min, Gava saz dişkê ; Teqîn jê tê ; Mîna teqîna tifingekê. çira berî mirin û vemirandinê, Bi şewq û lehba xurt dibiriqe; Roj berî roavayî Hîn mezintir û pehintir dibe. Bi tenê em; însanê qels û reben Li ber mirinê, Hîn feqîr û belangaztir dibin, rojên xwe ên borî tînin bîra xwe, û wan dihejmêrin; Ax û ofa dikin û didin girî Ma rojên borî çi ne? Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in? Rojek e, dîsa rojek e; Saetek e, dîsa saetek e; Yê ko tê mîna şev û roja borî ye. Carna êş û xebat û kêf û şahî; Carana ax û of û girîn; Carna di nav gul u gihê, Carna di nav ax û herî; û dawî… şeva tarî bi ser me de tê. Yên ko ji nezanî û timakariyxwe Dest davêjin salên berî û rojên borî û wan roja di bîra xwe tînin Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin; Wê bibînin Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê; Wê seh bikin; Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e. Jo bona min Ko tu cara rehê xwe erdê ne da çûyîn; bê girîn û zehmet e; Ez ê herim Mîna pelekî sivik Ko ba ji darê diweşîne Ez ê herim bê ax û zarîn; Bê şîn û girîn. Girîn û hêstir ji bona çi? Ez ê herim! Mîna ba û bablîsokê, Mîna av û ronahiyê. Xwedê dilê min Li ser sindiyana jiyînê danî; û bigirane û zompên qehr û xweşiyê Lê da. Qehr û qîmeta saxiya min çi ye? Dilê min ji dinyayê sar bûye; Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim Heta ko bikarim Li ser rêka hêja bimirim; Xwe bidim kuştin. şeva tarî bi ser min de tê. Ez mêvanê gor û tirba me; Lê ez ê bistirêm! Ko hêj dest û tiliyên min, ji darê tenbûra min sar ne bûne. Ez ê bistirêm!…. Berî mirinê Ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi? Ez ê bistirêm! Ko hêj dest û tiliyên min Ji darê tenbûra min sar nebûne. Ez ê bistirêm! Strana azahî û serbestiya welatê xwe, û dengê stran û tenbûra min Li çiya û zinara, Li deşt û zozana; Wê deng bide
·
39 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.