Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Welatê Min | Ebdilselam Xoce
Hevalno.. de werin govenda.. pêlewanên kurd… Seyid Riza, Qazî,Pîran, Berzanî... Mezlûm Doxan.. bedenek pêçayî.. bi viyanê… De werin.. em silavan di xwînê de dakin… Newrozan.. bi agir û lîlandin bi xemilînin… Paytexta welêt- Amed.. Diyarbekira berxwedanê.. vejînin… Ta deng vegere.. bilbilên tehtên palo.. Dêrsim bi Bagok.. û Bêstûnan re.. kirasê mihrecanê.. mihrecana xwînê.. li gor bejna agirî.. ji rengê alê.. Li bejna Ihsan.. birêsin… Newala qesaban, geliyê zîlan.. çi.. û.. ne.. çi..? Di landika pakrewaniyê de bilorînin... De werin.. Amûdîne em.. xewnan bi cî bînin… Ma qey zehmete.. li ser we.? Êş û xem.. digel min binêrin.. li Mehabad.. ax Mehabad… Ta kengî kirasê bûkaniya te.. wê ji rengê şevê be? Kindir.. di hustê me de bin bi şev.. bi roj me bi darvekin… û xweda dimeyzîne.. û bê deng dimîne…!!! Ma ev dadwerîye? Qey...! Ta kengî giyanên dektor.. şeref kendî.. di himbêza zemîneke xerîb de.. sar bimînin...? Mehabad.. çima tu bê dengî..? Bike qêrîn.. ezmanên Mezda bihejîn… Mehabad.. gula bidarvekirî.. bûka xêrnedî… Ez sûnd dixum.. bi yazde sitêrên.. ku gund û bajarên te ronî kirin… Qet ji bîr nakim.. na… Giyanê Qazî.. bi asîman ve maye daliqyayî.. wî deynin.. na...na.. bila wilo bimîne.. bayê Mehabadê.. wî bihejîne… Heyv.. sitêr..roj.. li dorê tewafê bikin.. De werin.. Amûdîne em.. xewnan bi cî bînin… ma zehmete li ser we? -Hewlêr.. keleha mêrxasiyê.. xuragirtiyê… Te.. Holako.. rawestand.. tu hîn dikarî.. çend Holakan rawestîne? Tu dikarî.. çima na.. çiyayên.. Sefîn.. Heybet.. Sultan.. Zozik.. Hendirîn.. li pişta tene… Kanî.. û sûlavên.. suruşta kurdistanê.. te av didin.. bi viyanê.. Tu qet sar nabî... tîna agirê Baba gurgur.. te germ dikî … Qubleya teye.. dilê teye… Enfal.. Helepça.. rojên cejnê.. axîn û giryê teye… Xema nexwe.. mindalên şehîdan.. bi ala rengîn şabûn… Amûdîno.. perçak ji xewnên me.. pêk hat.. Werin perçeyên dîtir.. pêk bînin.. ma zehmete li ser we..? Qamişlo.. xala li dêma welêt… Qamişlokê.. bêhnek ji nîv buhuştêye… Negrî û xeman nexwe.. şermola keserên te dijmêre.. û bi hestiyên rizyayî re.. dilorîne… Her keserek.. û pûteke.. her pûtek.. û raperîneke.. Her raperînek.. û dehên şehîdan… Lê çi bikim.. bêje min.. Mixabin...... çarenûsa te ketiye devê guran… Di derya zikreşiya nejadperistan de.. tu bûye hêlan… Li cizîra dil halane.. halan… Gengaze..gengaze.. li ser wan kuştin û talan… Barçemokên şeva reşin… Segên harî xwînmijin… Êrîş dikin.. talan dikin.. behara dil.. paytexta min.. 62,71,49.. û...1.2.3.4.5.1000..............?..! Milê te giran kirine.. de ka bêje min ez çi bikim..? 29 Di himbêza dayika xwe dene.. û xerîbin… Cî warê meye.. û em.. tê de mişextin… Qadeke pîroze.. bi xêr û bêre… Tûrê parsê li milê meye.. li welatê biyaniyê.. em parsa jiyanê dikin.. ma ne şerme…? Di mizgeftan de.. ezê bankim… Di perestgehan de.. bi hewar kim… Amed.. Mehabad..Hewlêr.. Qamişlo… Werin bi hev re.. xewnan bi cî bînin … ne zehmete.. na...... ----------
·
24 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.