Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Mem u Zin
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle`ê husnê `işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya `işq ismê te ye neqşê xameya `işq Bê neqşê te, neqşê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb Me`sûq tu yî, bi fexr û naz î `Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î Mutleq tu mufîd û mustefad î Bêşubhe murîd û hem murad î Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê `aşiqê zar şem` î, ne ji qismê nûr û nar î şems î, ji `eyan tu perdedar î Genc î tu di nêv tilismê `alem Kenz î tu `eyan ji ismê adem Ev `alem û ademî û meshûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr Emrê te bi lefzê »kun« du `alem Mewcûd kirin, xered çi adem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq Esbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahût Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e Herfa ko me gotî, neqşihûr e Lê meqsed û me`neya wê kûr e Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqşê xame kubra Mewcûd e di wî şehadet û xeyb Meşhûd e di wî şiyadet û `eyb insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr Hindî weh ko cinsê `alemî ne Ew tabi`ê new`ê ademî ne Evrenge felek hemî mu`ezzem Evçende melek hemî mukerrem Ev karegeha `ezîm û dewwar Ev baregeha bedî` û seyyar Evçende zemîn digel `enasir Evrenge `ered digel cewahir Evçendehe ni`met û nefa`is Evrengehe me`kel û melabis Evçendehe mudde`a û metlûb Evrengehe musteha û mehbûb Heywan û me`adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in Heqqa ko te xweş nizam û rewneq Tertîb kirin ji bo me el-heq Em xafil û `atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar Nînin me di qelbî fikr û zikrek Nakin bi zebanî hemd û şikrek Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê şakir **** Ey şukrê te cewhera zebanî Wey zikrê te seyqela cenanî Ey wahidê bêşerîkê yekta Wey wacidê bênezîr û hemta Ey baqiyê bêzewalê da`im Wey hadiyê bêfenayê qa`im Ey xaliqê erd û `asimanan Wey xaliqê cumle ins û canan Mulk û melek û felek bi carek Bi l-cumle te çêkirin tebarek şubhaneke kulle ma xeleqte Ehsente fe-keyfe ma feleqte Herçî ko te çêkir ey nikûkar Heryek di hedê xwe da sezawar Ev neh sedefê di pirmirarî Dirrê di sefîd, sefaf û tarî Heft di mişalê durrê xeltan Herşeş cihet û çihar erkan Hersê weledê di pirmewalîd Xebra û sema digel meqalîd Lewh û qelem û sewabit û `erş Heywan û nebat û me`den û ferş Zahir kirin ev qeder sena`i` Peyda kirin ev qeder beda`i` Heryek ji `edem kirin te peyda ibda` kirin te bê heyûla Fi l-cumle çi ewwel û çi axir El-qisse çi mu`min û çi kafir Her yek ji te ra we bûne mezher Ewreng di wan tu bûyî mudmer Bê husn-i te nîne wan wucûdek Bê nûr-i te nîne wan numûdek Hikmet ew e batinî û zahir Qudret ew e xa`ibî û hadir Nînin te tecezzu` û temekkun Emma we di wan dikî tewettun Goya hemî cismek in tu can î Goya hemî sehrek in tu xan î Husna te ye zîneta hebîban Reşka te ye xîreta reqîban Meyla te ye `aşiqan dikêşit Derdê te ye dil ji ber diêşit şîrîn te kire şekir li Perwîz Ferhad ji rengê eskê xwînrîz Leyla te kire bela li Qeysî Ramîn bi te ram bû li Weysî Yûsif te çira numa Zuleyxa Wamiq te kusa gihande `Ezra şêxê weko pênce hec bijarî Dîn kir te ji bo keça kufarî Nîlûfer nazperwerî kir Ew jî te li mihrê muşterî kir Balayê bilind te daye ser wan Pabendê bela te da tezer wan Sorgul te kirin ji xar peyda Bilbil te kirin hezar seyda Xweşrengî te da giyayê sorgul Xweşdengî te da newayê bulbul Ronahî te da serê şemalan Perwane kirin bi şewqê talan Mehbûb te çêkirin di dilkeş Meczûb te pê kirin musewweş Ev `işq û mehebbeta di dil da Ev zulf-i şelaşilê di mil da Aya ne te çêkirin muqabil Heryek te bi hev kirin mu`adil Ayîne te çêkirin mukerrer Husna xwe di wan te kir musewwer Ayîne li pêş-i tûtiyan girt Davik te li pêş-i kûviyan girt Ayîne ji wan we ye ko av e Ew `ekis ji wan we ye ko tav e Neqşê te dibînin ew di avê Nakin hezerê ji av û davê Lebtesne teleb dikin zelalî Wî dane û dam û zulf û xalî Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir Dê qesd bikin cemî`ê nazir Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin Herçî dibihên ewî dibêjin Wê meqsedê muxteser dibînin Pabend dibin gelek dimînin Meqsûd û muradê dil tu şa yî Emma tu tudillu men teşa`î Herçî te divê bibî delalê Pabend dikî bi zulf û xalê Herçî ko tu bînî ser hîdayet Vê ra Bekirî bikî `înayet Hadir wî dibî meqamê me`lûm Ger xadim e wî digêrî mexdûm Bê secde te ey cenabê me`bûd Adem kire qiblegah û mescûd `îsa kusa gihande ewcan Aya bi çi te hebande ew can Dersa ko bi xef te gote idrîs Elbet diçû meqamê teqdîs iblîsê, feqîrê bêcinayet Hindî te hebû digel `inayet Her roj-i dikir hezar ta`et Lewra ko te da wî istita`et Wî secde nekir li xeyrê me`bûd Gêra te ji ber derê xwe merdûd Yek secde nebir li pêşê exyar Qehra te kire muxellide n-nar Elqisse ji hikmeta te agah Ferdek me nedî tebareke l-lah `irfan-i teleb di şahibê idrak Derheqqê te gote »ma `erefnak« Xanî bi nezaniya xwe derheq Gumrah bibit ne dûr e el-heq illa ko meger mu`în Xwida bit Ya rahiberê wî Mustefa bit Ya reb bi heqqê Mustefa kî Xanî bi xwe ra tu asina kî **** Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke Da cam bi mey cihannuma bit Herçî me irade ye xuya bit Da keşf bibit li ber me ehwal Kanî dibitin muyesser iqbal idbara me wê giha kemalê Aya bûye qabilê zewalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hişyar Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padişahek şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘ilmê me bibînitin rewacê Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek Neqdê me dibû bi şikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meskûk Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi şikkeyê ‘ezîz in Ger dê hebûya me padişahek La‘iq bidiya Xwidê kulahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Hasil bibûya ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman Xalib nedibû li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk Emma ji ezel Xwidê wisa kir Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye şa‘ir û feqîran Herçî bire şîrî destê himmet Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Wê hukim di destê şîrê rûs e Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mehra te çi gote min ko himmet Hasil ko dinê bi şîr û ihsan Tesxîr dibit ji bo wî insan Ez mame di hikmeta Xwidê da Kirmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm Wan girt bi şîrî sehrê şuhret Tesxîr kirin biladê himmet Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Her mêrekê wan bi remzê Ristem Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Kirmancî ye bûye şubhê burcan Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Kirmanc hemî li çar kinar in Herdu terefan qebîlê kirmanc Bo tîrê qeda kirîne amanc Goya ko li serhedan kilîd in Her ta’ife seddek in şedîd in Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Hindî ko bikin xurûc û tehrîk Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Wan jêk ve dikin misalê berzex Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Wan dane bi şîr û himmetê dad Hindî ji seca‘etê xeyûr in Ewçend ji minnetê nefûr in Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani‘ê hemlê barê minnet Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in Da‘im bi temerrud û siqaq in Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet Temyîz dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwidankemalat **** Xanî ji kemalê bêkemalî Meydana kemalê dîte xalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Belkî bi te‘essub û ‘eşîrî Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad Safî şemirand vexwar-i durdî Manendê derê lisanê kurdî înaye nizam û intizamê Kêsaye cefa ji boyî ‘amê Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême‘rifet in, bêesl û bunyad Enwa‘ê milet xwidankitêb in Kirmanc-i tenê di bêhesêb in Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc ‘işq-i nekirin ji bo xwe amanc Têk da ne di talib in, ne metlûb Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî Farix ji heqîqî û mecazî Kirmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in Fi l-cumle ne cahil û nezan in Belkî di sefîl û bêxwidan in Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Alîkeremek, letîfedanek ‘ilm û hiner û kemal û iz‘an şi‘ir û xezel û kitab û dîwan Ev cins biba li ba wî me‘mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn ‘Alî bikira li banê gerdûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira ‘Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran çi b’kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumas-i ra xerîdar Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Heryek ji me ra we bûne dildar Ger ‘ilm temam bidî bi polek Bifroşî tu hikmetê bi solek Kes nakite meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nizamî Weqtê ko me dî zeman e evreng Fi l-cumle li ser diravî bû ceng Hez kir me bibîne kîmiyager Gava ko me dî nebû muyesser Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Tesfiyyeê cewher dexel kir Qelbê me nekir qebûl-i hîle Qet bo xeredê nebû wesîle Dîn çû û neket bi dest me dînar Pasê ji neçarî bûyîne seffar Sifrê xwe yê xef me eşkera kir Qirtasiye bû me lê du‘a kir De‘wet geriya bi sidq icabet Bû wasiteê qezayê hacet Ev pol egerçi bêbeha ne Yekrû ne û saf û bêbeha ne Bêhîle û xurde û temam in Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in Kirmancî ye sirf e, bêguman e Zêr nîne bibîn sipîdeman e Sifrê me yê sor e, aşikar e Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e Neqdê me mebêje kembeha ye Bê şikkeyê şahê sehrewa ye Ger dê bibûya bi erb-i menqûs Nedima wehe bêrewac û mexsûs Mehbûb e, bi kes ne namizad e Lew bextsiyah û namurad e Qirtasiyeya me bêpenahan Bê derb-i qebûl-i padişahan Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Meqbûl e li ba gelek hekîman Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak Mîrê ko bi navê Mîrza ye Mehza nezera wî kîmya ye Qelbê di zexel dikit bilorî Polê di dexel dikit filorî Sed bar hebin filûsê ehmer Derhal-i dikit bi yek nezer zer E‘layî dikit bi qehrê edna Ednayî dikit bi lutfê e‘la Pasan digirit wekî esîran Aza dikitin wekî feqîran Herroj hezar bênewayan Herlehze bi lutf sed gedayan Zengîn dikitin bi destê himmet Hikmet ew e nakitin çu minnet Ger dê wî nezer bida me carek iksîrê teweccuha mubarek Ev qewl hemî dikirne es‘ar Ev pol hemî dibûne dînar Emma nezera wî zêde ‘am e Lew xas-i nezer ji dil neda me Ew rehmet xas e bo ‘ewamî Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
·
90 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.