Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Keçika ji qewmê çivîkan! dê bi levdana baskên te dojeh biwestin, bi tazîbûna zimanê te, rûpûş bi tevahî biweşin... Dixwazim bizanim, kîjan demsal dê kulîlkan vekin li birînên te? Li kîjan qonaxa zemên, dê ferîşte bûhiştên mê bikin mêvanên serxweşiyên te? Neha, li dilê kîjan çiyayî veşartî ye tovê kenê te? çavên min bûn kanî li rêyên ezmanan, min, zerka çavên stêran dizî. li benda nofê qulingan mam. lê çi bikim, bêyî bilûra Evdalê Zeynikê bûm ez. û wan nalînên min ên ji dengê rûbaran jî nebihîstin. dizanim, Hecîreşkan ji zû ve ye, çavreşî kirin bajar, hêwanên qesrên kevnar, şaneşînên bi darên mêwan xemilandî... lorîkên ber dergûşên ji darê biyê jî terikîn... li midyadê mehserên tirî zuha bûn, hew kes ava gulan jî vedixwe... Lê ma tu zanî şahmeran jî hew tê civanê tu kesan... îcar neha, li kîjan kendalî dihewin Hecîreşk nizanim. min divî bizanim, boyî çi ji sêncên helbestên me koçber bûn: ew çûkên ku nîvî em bûn hêvî bûn, di xewnê de firîneke xweş, di hişyariya me de ew bask dîsa bi me ve bûn... Belkî çavtirsandî bûn ji demsalên ku ne yê kuncî û pirpirîkan ne jî yê bih û çivîkan bûn?... Tu bi qedrê qûmriyan kê Bêje Hecîreşkan bila vegerin careke din Eger ku dibêjin illahî KENDAL ma qey wê li kû bibînin kendalek ji evîna me mezintir... û demsalek germtir ji hêlîna dilên me?...
·
16 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.