Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

îro li Sîpanê xezaleke çiya dît min. Li keviya dilê wê Siyabendekî xemgîn pal dabû. Devê tîra xwe kuh dikir. Ji devê Qulingên birîndar gotinên Evdêl kom dikirin li lênûskeke rû spî... Êlên giran konê mezin vedidan li lûtkeyên çiyê li zozanan... Zeriyên koçeran ji dêvla neynikên neqişandî li ber çavên Behra Wanê dihûnandin keziyên xwe. Zeynikê rûdinişt li ber çokên bûkan di destan de kilê siphanî, û xwîna hemî gulan, miradên gerden spî Dixemilandin... Xecekê jî li bin darên spîndaran ristikên xwe yên ji morîkên kehrîbar girêdida, li gerdena karxezalekê. da ku bibe barana evîndaran didan hev rondikên xwe ji ser rûyê Siyabendekî... û ji bo hew bikujin hezkiriyan radihişte dilê xwe davêt valahiya kendalekî...
·
14 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.