Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Hezkirina min bi her kuştiyekî re, perçe bû û di nav dilên wan de veşarî bi hemî evîndaran re çû... hestên min, bi tevayê qîrkirinan re birîndar bûn, di zemanê komkujiyan de di bîna mirinan de asê man... hêstirên çavên min tevî dixana daristanan bûn, bi leyistikên zaroyan re, bi koçberiya hechecikan re belav bûn... jiyana min bi guleyê ve ma daliqandî, dîwaran beharên min xwarin, sînor hemî deyndarê emrê min man... temenê min, di girtîgeha demê de dîl bû, hîç têrî demsala nêrgîzan, jimartina stêran, di himêza êgir de germiya destên yaran nebûm... heya niha, mezin nebûm ne jî piçûk mam...
·
18 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.