Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Me qewlê xwe danîbû Bi hezar û yek biharan re, Li nav ronîstana deşteşînekê, Di çaxê vebûna stêran de… Wê evîneke xemrî Li mişextiya me ya bêdawî bar bikirana û kenekî ji nefelê kesktir Deştên nava me Delal, delal Bi neqişandana… Gunehê me bû: Me dest û hestên xwe yên şermok Dirêjî dawa bê û gulê nekirin… Lêvên me yên lerzok, Ne hingivîn eniya gihîştinekê… Bila neyar Tu quretiyan li me nekin! Em bûn, yên ku xwedî li xewnên xwe yên gulînî derneketin… Lehiya jibîrkirinê Bi ser giyana me ya tazî de girt… peyvên ku kûrahiya kendalên dilên me bûn li ber avê çûn… Di xewnan de, xwezî lal mabana. Nebû! Mehkûmî parsekiya peyvên xerîb bûn… Heyf! Em ji warê rihanê mişext in niha û ji nav guliyên hemî xeyalan xwe şeht vegeriyan… ji Bîra Birînê
·
22 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.