Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Îro Girya Me Tê • Feqîyê Teyran
îro werin lêzim werin Cîran û xelkê Hêşetê Hûn rayekê li min bikin îro qewî girya me tê îro qewî j`me tê girîn Sosin li mêrgan xeyirîn Sed heyfa lêvê şekirîn Êdî venaxun şerbetê Lêvê di le`lîn û şeker Kêm bûn ji wan durr û xeber Sed ah û kovan û keser Heyf eyn û lam çûn hicretê Heyf eyn û lam bûn cuda şîn û girî dîsa te da Em razî ne b`emrê Xuda Herçî ji dergehê te tê Herçî dikit ew mîr dikit Xêr û şeran teqdîr dikit Daxan li qelban pir dikit Sotim bi narê firqetê Sotim bi nar û agirî Vê fanîyê em j`ev kirî Hetta xweş in em dê girî Dost çû ye çerxa adetê Eman adet bê eman e Wan melek mehbub rewan e Can di nêv axê nihan e Ê felek bê mirwetê Ey felekê bê wefa yê Te çira mîhnet ne dayê Yar di nêv axê gihayê Ey felekê bê mirwetê Ey felekê bê î`tîbar Min bi te nîn in çu car Nê te gelek mehbûb veşar Paşî ewan xal 3u xetê Nazik û mehbûb ciwanik Qamet û bejna ziravik ``Kullu şey`în`` dê bin halik Ji xeyrî şahê Qudretê Her bi can xeyrî wî nabin Ew hemî ax û turab in .................. çuye mala zulmetê Zulmeta tarî û kûr e Meqbera nav li qubûr e Ji haniyan yarî dur e Qebr e benda firqetê Meqbera mehbûb di nêve Min muqîm çav man bi rê ve çira yek nanî ji wê ve Dînî kirim vê hikmetê Min heyf li citê sorgulan Zulfê muqîm ket ser milan Danîne nav ax û hilan Êdî bi kê dim ulfetê Min heyfa reyhanê di reş Kan sorgul û werdê di geş Kêm bûn di wan bêhnên di xweş Nîşan û xalê cebhetê Nîşan û xalê fulfulîn Min heyf li zulfa kagulîn Hatin ku em jê dest hilîn Hêj nagirin em `îbretê Paşî wan xal û nîşanan Qet nayê bêhna ruhanan Ji mihnetê êş û janan Tên ji narê firqetê Firqeta wê her bi derb e Daîm êşan û kerb e Ê ku dî zanî çi derb e Min ji xewfan xew netê Min şevan xew lê tunîne Bager û êşan û nihîne Daîm têtin girîne Mam li ser kes ew netê Tîrekê dijwar fîraq e Her kesê dî ev fîraq e Mihnet 3u dax û hîraq e Di qeyd û bend û mihnetê Gumbeta tarî sitar e Meqbera dost lê veşare Te l`min heram kir bihare çîçek û bêhn j`dûrî te tê Qet nema bêhn kem çi werda çîçek û bînxoş li erda Paşî me mehbûb ku bi derda çîmena kê j`dora netê çîçeka kanî û av lê Sosina daîm xunav lê .................. Dê temam kim sohbetê ``Mîm û Hê`` şairkî pak e Herkesê bi ruh bû ji make Hemiyan dê ew fena ke Ewî şahê Qudretê
·
48 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.