Gönderi

kilamek biavêje ser meqsed û miradê bîra xwe bêj ji bîrê bêtir me ava xwe kişand binhişê xwe te dît ewr ditengijin li jor ji bo bîrê digrîn dibuşkuvin ji hev lew tirş dimînin încas bi bîna metroyê dikevin diçikin kanî pirr in navên te hew tên bîra min lê yek bes e ez ê bi peyatî biçim bi vingeving xwe wer bikim wê kewarê heriya min di destê vatmanê kor de pelq û pelq e tahtê dilê wan tekûz e ewrê te li kû nin bîra min tî ye şil nabe zimanê wê xêra xwe hinek li bîrê xe bêj çima pêplûk wek kilora marê reş li ser dilê min girhebeş li dawiya metroyê kevirên xwe germ dike ha di serê wan nede dasên wan zengarî ne billeh na hêsanê xwe nadim bi wê tabîrê ez ê wî milê sor kaş kim bihêle ez ê piçek şerm bikim jixwe ji îskeîska bîrê metro naçe heta wir pelqepelqa canê min e vatmanê kor dibêje çawa ye kitana bixwîn bîra min tî em bilezînin dixwazin keziyan weynin bidrûn ewrên tengijî bi bîra xwe nizanin bavê me venagerin wek bavên xelkê bi beîvên tahl qulancên încasê xwe dirêj dikin li ser dilê min sefera dawî ye navê te pirr in lê yek bes e eger edl hebe
·
17 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.