Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Lê bide serbazo Li vê sîngê li hêla çepê Li vî dilî bide serbazo Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup û Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike Tivinga xwe rastî sînga min ya bê mû bike Û mêranîya xwe şanî vê cîhana devlal bike Ev dilê ku bi kurdî dike gupegup û xwîneke koçer tê de dikele Ev dil…. dilê min e Sêva jiyana min e ew, parçe parçe bike Bila diya min bigirî, bila diya te jî serbilind bibêje Ben bir Kahraman dogurdum. Lê bide serbazo Bêtirs û bêfedî ev dil pezekî kovie nabe kedî bêxwediye bêxwedî lê bide serbazê har gunehkar e ev dil gunehkaaaaar ew ji bedena Amedê hez dike Ji kolanên wê yên ku bi şev bîna stêrikan ji wan difûre Ji stêrikên ku şahidên mirina Şêx Seîd Û vêketina giyanê Mezlûm bûn, ji mestbûan daran di hemêza Dîcle de hez dike ev dil Ev dil, evîndarê toza li pê lingên bêrîvanan yên qelişî ye Ev dil dilekî amedî ye serbazo De lê bide zû Tivinga xwe rastî vî beytikê netebitî bike ku azadiyê mîna danên genim dixwaze nikil bike Qederê xefkên xwe yên nedîtî li ber vedane, Lê kî dikare beytikekî amedî ji xefka ku azadî daneya wê ye dûr bixîne De serbazo de Dudiliyê nîş an nede nîşana xwe baş bigire Û wî çûkî ji dan dûr birevîne Eger tu dikarî Eger tu mêr î Eger tu diwêrî *** Ev dil serxweş e serbazo Kolanên Amedê Pêlên Dîcle û spîndaran Xirecira sikakên teng û mişt ji jiyan û sawîran Siya mizgeft û dêran Ew dîn kirine Mîna hespekî kihêl ew zîn kirine U berdane çolan De wî li hişê wî vegerîne Lê bide bêtirs û bêpirs Ma wê kî xwîna zarokekî Ji Amedê ji te bipirse Wê kî hesabê xwîna beytikekî kurmancan bi tere bibîne ey serbazê baz? Lê bide bi cesareta kalikên xwe Yên ku birayên xwe di pêçekan de dixeniqandin Bi hêrsa Atilla Û hovîtiya siltanan Fedî neke Ev zarokê li hemberî te Zarokekî kurd e Amedî ye çarde havînan rûyê wî qemirandî ne çarde buharan dilê wî Di bêhna qerenfilan de definandine çarde zivistanan kenê wî bi berfê şuştine çarde payîzan xeyalê wî mîna behîvên ter li ser agirê xezaman biriştine Lê bide û hîîîîç netirse ma wê kî bibêje te: Ew zarokek bû têr lîstik nebûbû Yareke çavxezal nehebandibû Ew hîn nebişkivîbû û hîn Nizanîbû qurşîn çawa dilan qul dike Evîn çawa dilan kul dike Wî hîn Nizanîbû çiye evîn Çêja ramûsanên bidizî, li nav zadan û di siya darên çinarê de nedîbû vî dilê dîn *** Lê bide serbazo Ev dilê min e Gunehkar e gunehkar Her bi kurdî lêdide û Ji sûrên Amedê hez dike Ji kevokên mizgefta mezin û simîda li ser serê zarokan Ji siya berêvarê ya diêêêêêj wekî nalînên dayikan hez dike Ji qutîkên gulên mihemedî li ser kevîkên pencere û şibakan Ji pevçûnên biçûk li koşe û serê zikakan Ji bayê hênik ê di hêwana migefta Behram paşa de hez dike Ji ronahiya qendîlên şeva cejna qurbanê û gurrîna agirê newrozê hez dike Ji tavên biharê Ji bejna adarê û ji şingeşinga zengilê beranên qer bêrêvarê û ji kêlegorên ku bi hêsirên dayikan têne şûştin Di sibehên cejnan de Hez dike ev dil Serbazo Ne tenê guleyekê ne jî diduyan Lê li dû hev bireşîne guleyan û wî dilî mîna kevokekê di sînga min de biterqîne Li ser şaxên Evîna vî welatî her û her veniştî ye ew De wî bifrîne Dewrêşekî Qadiriyan e ev dil bi Cezbe ya azadiyê ketiye Diheje Xwe li ba dike Xwe li parsûyan dide û tê ku ji sînga min bipeke De fermo serbazo Pêçiya xwe ji ser tetikê raneke Dudilî nebe Li benda te me Amedî me Amade me
·
46 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.