Gönderi

Îro Ji Derba Xencerê
îro ji derba xencerê Lazim biêşan î Mela Teşbîhê zulfa dilberê Zanim perîşan î Mela Zanim perîşan î ji dil Bêhed biêşan î ji dil Teşbîhê biryan î ji dil Bi l-lah ne insan î Mela Bi l-lah çi teb`et adem î Yekser dibêm yek `alem î Deryayê Qaf û Qelzum î Yan çerx-i gerdan î Mela Ya reb çi wê mihnetkeş î Ser ta qedem têk ateş î Mecrûhê qewsê tûzreş î Lew dil bi peykan î Mela Zanim ji `işqê dojeh î Behrek ji narê asih î îro li mahê xergeh î Teşbîhê seywan î Mela Ev sîneya wek nay û ney Pir lê kişandin dax û key Hê dil bi naehlan didey Ya reb çi nadan î Mela Durdaneya dêmgewher e Ayîneya Eskender e Bê mirwetê dil kir ker e Mecrûhê xalan î Mela Bê mirwetê dil herişand Teşbîhê şîşê lê kişand Ker kir ceger xwê lê reşand Ateş li ser danî Mela Narê ji rengê dojehê Husn û cemala wê mehê Me d`perdeya vê xergehê Xef kir çi `Umman î Mela îro li `umrê xwey telef Bê şahid û cama sedef Bê çeng û saz û nay û def Zanim peşîman î Mela Zanim te kohê Tor e dil Lew her bi nar û nûr e dil şehkaseya ferfûr e dil Lew mest û sekran î Mela Her sîne tabê natemam Napuxte xam bê mihr û cam Xerqên di xwîna dil medam Le`la Bedexşan î Mela Pir le`l û dur te j` kilkê `işq Anîne nezma silkê `işq Der berr û behrê mulkê `işq Me`lûm e xaqan î Mela Bêhed li qelb-i şubhê ney Cewra te danîn dax û key Lew bêhemel xweş nîne mey Emma bi şîranî Mela Minnet ji tali` her ji bext Asif bi text û bext û rext Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela Ew herdu le`l û herdu weşm Geh geh bi naz û geh bi xeşm Ew bejn û bala hate çeşm Me d`seyrê rûhanî Mela
Sayfa 207Kitabı okudu
·
142 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.