subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
bo Xwudê ke bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
ahûya