Puan vermedi·344 syf.····Okunma: 21 Mart 2024 10:32 Ji gelek alîyan ve ev pirtêkeke serkeftî ye. Alîyên alegorîk û dîstopya…
Lê çendek xalên neyînî yên li ber çavên min ketî jî hebûn elbet. Wekî mînak pirtûk bi awayekî girtî di nava zanist û honakîyê de asê maye. Mesela dema mirov dixwîne tê dîtin ku li gelek ciha agahî û tespîtên zanistî dike. Ev yek jî rê lê vedike ku weke ku mirov tez dixwîne ango gotareke zanistî dixwîne. Ji aliyê din ve jî taswîr û hevokên honakî jî hene û serkeftî ne. Ev herdu hêmanên girîng wek ku di haman coyê de nikare biherike û ev yek dikare xwînerekî nerehet bike.