Ey welat gava te gaz kir
Bo mirin ez hazir im
Canê min bo te fîda ye
Û gorî ye bo te ser im
Ez bi qirme û Ingilîzî
Dijminê min bi tank û top
Ger ji berdan im diyar e
Nan heram û kafir im
Ger welatê min bisojin
Bi agir û kîmya û kîn
Agirê wî qet çi naket
Ez bi xo her agir im
Wan bi xaz û gaze gazî
Ez netirsandim demek
Seh bike dijmin li çar
La nahewin ber xencerim
Baba Barzanî dibêjit
Ey Mişextî xem nexo
Meş`lê Sasan û Mad im
Zinde me û qet namirim
Ger li nav hêl û helay
Hazir nebim ez bo çi me
Seh ke Donkîşot li çar la
Keftîne şirrim pirrim
Dewrê Mad û rojê Zerdeşt
Mulkê Kurd e ev welat
Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd
Bo min û bo te û kur im
Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd
Heqê kes dî tê niye
Dijminê dest bo dirêj ket
Kep û lêvî dê birrim
*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"Kitabı okudu