Puan vermedi·408 syf.··
2024 7. kitabı
Berhem bi gotina serleheng Adar " Ez vê eskeriyê bikim û di vê navberê de derxim" ve destpêdike. Temenê wî 20 û li gor texmîna me buyer serê salê du hezaran pêk tê. Lê haya Adar haj bayê felekê tuneye, bi awayekî apoliktik dijî. Berhem giştî lixwegerina Adar diherike. Dema berhem berbi dawî dibe. Xwenêr Dibîne ku Adar dibe kesekî netewperwer û cegerpola. Adar,keça nûcîwan, malbata keça nûcîwan, ew revde qaçaxçî ( ên di newalê de tên kuştin) hemû bêayik û bêgunehin, lê rastî zilma dagirkir ango rastî zilma Komara Gel tên. Navê selhirdêran heye lê xwe tunene. Komara Gel xwe serhildlra wekî xayin dihesibîne. Lê ew serhildêrê pey mafê xwenin. Biketana vê kelehê û rastî van îşkenceyan bihatana. Ew zilm ê wan helal buya? Niviskar çima ew îtnîbatnî kiriye. Roman destnîşana sê berheman ( Çolistana Tataran/ Dino Buzzati, Li Benda Barbaran/ J.M. Coetzee û Keleh / Franz Kafka)pêk tê. Dema xwêner dîna xwe dide van hersêyan dibine kû di wan hersê berheman de jî dijminekî xeyalî heye û serleheng biyaniyê heremê ye. Bi awayekî "polisên başin" . Lê niviskar çawa kû bixwaze vê xeyalê li holê rake û berê xwe bide rastiya erdingariyê serlehengê wî ji wê heremê û ji wî geliye. Ji bo adaptekirinê rêbazeke pir baş û serkeftî bû. Lê niviskar ew yek pêkanî gelo? Bi min na. Keseyetên ji heremê hema bêje hemî nezan û haj kula xwe tunebûn. Lê kesayetên ku ji Komara Gel de bûn xeynî leşkeran hemî jî haj derdê wê axê hebun û hemiyan jî maf dida wan . Mamoste yê Cîwan (#237002940) Û Jina bejinzirav ( #237002862) alî kî rêberê Adar hertim bîranînê wî û mamosteyê dîrokê ê muxalif e. Çawa ku beqî serê wan û mafdayina wan niştecî mafdar bun. Têkiliya Adar û jina bejinzirav de jî disa hêmayek xwepiçuk ditînê heye û bi monologa Adar xwe dide der ( #237002791) Di berhemê hêmanên baviksalarî disa xwe dide dest. Têkiliya Adar û jina bejinzirav de . Axirî tê vî asê dibe ku çawa kû Adar wê jinikê dilîze ( rastiyê de evîndarê wê ye) Di odeya arşîvê a nepen de têkiliyek taybet ango cînsî dijin. Ew odeya nepen a arşîvê de keça nûcîwan a niştecî jî tê. Keçik birîndare, birînên wî ên kur hene û bi rojan Adar birînên wê derman dike lê Adar qet tiştekî teref zayendî nahizire. Adar bi vê yekê ango çawa ku keça nûcîwan serfiraz dike. Lê Jina bejinzirav re dikeve têkiliyek wî terî. Ev yek jî wek tolhildanek an jî wekî berjewendiya Adar ru dide. Jina bejinzirav jineke bî ye. Ango pêdiviya wî xwedî derketinek heye. Têkiliya her du jinam jî pir ewraye. Axiriyê de hev dixesidin. Jina bejinzirav bi fêl û fitnan Adar ser avê dixe ku keça nûcîwan li kelehê derdixin. Berhemê de sê vegoter hene. Kesê yekem û kesê sêyem ,wek rojnivîska Adar û di navbera van herduyan de şunguherî didome. Dema Adar diçe ew gundê ku li başur vê carê vebêjêrî di navbera bavê keça nûcîwan û kesê sêyem didome . Keça nûcîwan bi rojan wê oda arşîvê de bû lê xwêner qet wê nasnakir hay ji hêst û ramanên wê nebû. Hay ji têkiliya di navbera wê û Adar de ne bû. Roj tê kû ew tên erdekî û xwêner wetrê dê ceh û genim hev veqete lê, vebêjêrî dikeve destê bav û kesê sêyem. Û keça nûcîwan disa di bin mij û morande dimine. Çawa ku me got berhem wek rojnivîska Adar didome. Wekî rêzefilmê rojane, serê rojê buyerek diqewime. Û berhem 415 rûpelan pêk tê. Tevlî ew berhemê ku niviskar destnîşan kirye (Çolistana Tataran/ Dino Buzzati 232 rûpel, Li Benda Barbaran/ J.M. Coetzee 200 û Keleh / Franz Kafka jî 360 rûpelê pêk tê.) ji bo ev berhem bê fêmkirin gelo divê em 1257 rupel bixwînin. Dema berhem destpêdike. Divê Keleh sinorê komara Îslamîde ye. Mirov divê li sînorê Îranê ye. Dema keça nûcîwan û malbata wê tevlî çîrokê dibin. Divê qaçaxiya di navbera serxet û binxetê. Wê demê keleh diçe sînorê Suriyê. Dawiyê de dema Adar diçe operasyonê û li gundekî dimine divê gundê li başur ango Iraq. Niviskar biryar nedaye ka keleh li ku ye. Ka serî de himê çîrokê li ser hêmanên rasteqîn bicî kiri bû. Dema Adar diçe wî gundê li başur. Ew û Niştecihên gund bi hêsanî li hev serwext dibin. Lê dema dor tê xwandinê. Tipên latinî û ên Samî wan hev diqetîne. Xeynî dubareya buyeran hevok jî ew qas dubare dikin. Êdî her Xuda bê bes. ( #237002969 & #237002828) Ev berhem bêjinga edîtoriyek qenc biketa, wê bibuya berhemek 200/ 250 rûpelî û berhemek serkeftî. Zimanê behremê divê ne Kurmancî bû. Zimanekê nayê zanîn de hatî bû nivîsin.Hema bêje hevokek pak tunebû. Bi zimanekî çêkirî û hevokên seyr ( #237002908 & #237002737) diherike . Adar axiriyê de hember îşkenceyê lê tê kirin deyax nade û dawî şerê xwey hebûn û nebûnê tîne.
Edebîyata Kurdî
Keleha DûrBawer Rûken · Lis Yayınları · 02 okunma
·
180 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.