Merheba Jannim :)
Vê carê bi berhemeke ter û can li hemberî we me. Cureyê berhema me roman e ku berî çend mehan ji weşanxaneya Lîsê der çûye, ji çar beşan û 415 rûpelan pêk tê. Nivîskarê vê romana mûazzam Bawer Rûken bi vê berhema xwe ya dawîn vî yekî nîşanî me dide ku qelema xwe ya zêrîn, tûjtir û xurttir kiriye. Ji hûnandina rêzebûyeran bigire heta cîhana derûnî ya lehengan Keleha Dûr, bi rêkûpêkiya xwe ve dilê meriv li edebiyatê rehet dike. Wek rexneyeke neyînî; min tenê sazkirina hevokan neeciband, ji ber ku gelek caran hevokên dubare derdiket pêşberî meriv. Lê ziman ne giran bû û bi hêsanî diherikî ev yek jî wê kêmasiyê dikare veşêre bi min.
Roman, ji aliyê mijarê ve her çiqas ne xerîb bû jî, ji aliyê naverokê ve cuda û balkêş bû. Lehengên romanê bi derûniya xwe ve wan lehengên Dostoyevskî dianîn bîra meriv. Her leheng, bi xwe re şerekî navxweyî danîbû û tim di nava dudiliyan de hewl didan rê li ber bûyeran vekin. Hejmara lehengan kêm e û em tenê navê serleheng dizanin. Nivîskar, serlehengê me wek ciwanekî temen biçûk ê rojhilatî dide nasîn. Ev ciwan piştê kutakirina lîseyê, berî ku biçe zanîngehê, dixwaze biçe eskeriyê û wê wezîfeya ku li ser milê wî bûye ferz pêk bîne. Serleheng xwe û malbata xwe wek kesên ji rêzê û di halê xwe de bi nav dike. Wisa bawer dike ku ew tev li karê dewletê nebin, wê dewlet ti carî destê xwe nede wan. Lê piştî ku gava xwe ya ewil a ji bo eskeriyê diavêje, şerê wî yê navxweyî jî di heman demê de dest pê dike. Serleheng ji serê romanê bigire heta dawiyê, tim di nava lêpirsîn û lêgerînekî de ye. Aliyê wî yê tirsnak û yê wêrek heta dawiyê di nava şerekî mezin de ne ku em jê re dibêjin şerê navxweyî, lê dawiyê kîjan alî bi ser dikeve divê meriv bixwînit û bibînit.
Picasso wêneyek xêz kir, Bawer Rûken romanek nivîsî. Hunermend, keleha