Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû) • Melayê Cizîrî
Di dest da yengiyek nûbar-i min dî ew keman ebrû Li bala cedwelek cebbarî lê da hemqiran ebrû Ko heq ev herf û xet kêşan li talayê me derwêşan Du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû Te dîdarî te reftarî te elmasên şekerbarî Bi `eynê rê li ser şadan du nûn reyhan numan ebrû Bi hemdi l-lah bi feyrûzî li wechê dilberê min dî Ko mahê nû nişan min dan li taqê asiman ebrû Te`ale l-lah nişan dane bi husnê ev neseq dane Ji neqş û şen`etê heq ev nişan çeşm ev nişan ebrû Ji re`na nêrgizên şehla mecalê hemqeran bînim Hezar remz û işarat in ji wan qewsên çevan ebrû Mela dil têk te peykan in ji mehbûban me nîşan in Kemandarên di xeddar in di birca esmeran ebrû
·
44 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.