Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Gava dil bikele, ez ê hesreta dilê xwe bikim peyv, herim nav goristanan bi kalikên xwe re parve bikim. Ez ê xuşîna avê bikim şîrîkê xwe û kela dilê xwe, bi ava Dicleyê hênik bikim. Ez ê li vê derê keseran venedim, ez ê kul û kederan, li hev zêde nekim. Her ku bêhna min teng bibe, ez ê herim li ser Bircên Amedê, li hilhatina rojê temaşe bikim û dilê xwe pê şa bikim. Ez ê berê xwe bidim zozanan, di nav bêhna gul û kulilkan de bi dû dengê bilûrên şivanan bikevim. Ez ê hilkişim Çiyayê Qerejdaxê di nav şopên Dewrêşê Evdî de li evîna Edûla Mîrê Milan bigerim. Ez ê tûrikê dîrokê bavêjim ser milê xwe û hêvîyên Fehmiyê Bilal tov bi tov li kuçe û kolanên Diyarbekir belav bikim. Ez ê herim. Ne bi tenê, werin em herin. Em herin welatê Hivika Zêrîn ji nû ve şên bikin. Em berê xwe bidin ronahîya roja zêrîn û tariya li ser dîrokê ji hev belav bikin.
Sayfa 182 - daraKitabı okudu
·
98 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.