Tahmini Okuma Süresi:
5 sa. 6 dk.
Sayfa Sayısı:
180
Yayınevi:
Dara Yayınları
ISBN:
9786056862052
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

10/10
·180 syf.··
Beğendi
·
2026 30. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 14 Mayıs 2026 15:15
Ev roman, bi zimanekî zelal û xweş hatiye nivîsandin û çîroka malbateke kurd a welatparêz û têkoşer vedibêje. Di nav romanê de jiyana civakî, dîrok, rihê kurdî û nirxên kevneşopî bi awayekî hestyar hatine nîşandan. Nivîskar bi peyv û hevokên xwe kesayetî, êş, hêvî û xebata gelê kurd bi awayekî xurt dide xuyakirin. Dema mirov pirtûk ê dixwîne, hinek caran xwe di nav çîrokan de dibîne û bi karakteran re hest dike. Wekî ku ji vê romanê tê fêmkirin, dîrok, welat û mirovatî tiştên ku nayên jibîrkirin in. Her rûpelê wê hestekî taybet dihêle û mirov dixwaze herî zêde di nav çîrokê de bimîne…
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
10/10
·180 syf.··
Beğendi
·
2020 67. kitabı
-"Wek hûn jî dizanin, ez cemilê kurê hesenê cemilê hesê karazî me..." - Malbata ku di romanê de, mînak a her malbatek kurda ye. -ne hemûyan helbet:) em bivejin bi zêdehî - Para xwe a ji eşan, ji zilme û ji zordestîye bi zedehî stendine. Lê di navbera nezî sed salî de zimanê xwe û doza xwe qet ji bîr nekirin... ji bavê 'hesê karazî' destpêkir û gîhaşt lawê çar'a cemilê hesê. Ez ji di nav wan de çum û hatim, bi wan re kenîyam û gîrîyam. - ev pirtuka duyemîn bu ku bi romana kurdî duxwînim. Wê di demekê direj ji biramîn dernekeve. roman xwe di hevokek'e de ru dide: -"me leqata jîyanê dikir"- Rast e keko hîna jî em leqata jîyanê dikin...
Tarih
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
'heta ku erd bibe rûyê evînê..
10/10
·180 syf.·
2021 1. kitabı
Xwedê dilekî dide mirov, mirov bi wî dil î ve dikeve rêyekê, hewldanên ji bo şopa azadiyê û xeyalên azadiyê ji ba dil ve li ber zar û nevîyên mirov diherike. . Eger mirov bixwaze azadiya gel pêk bîne, divê mirov ji Hesê Karezî fêm bike ku mirin di wê rêyê de di navbera te û hezkiriyên te de ye û henek dixwazin  tav a te biçirînin.. . Hesê Karezi; Mala te, hespê te dişewitînin, lê ew ronahiya ku bi agir derdikeve, tarîtiya te ye. Agir ji te hespê te stand. Dema em pirtûkê dixwînin em dizanin ku dojeh ji bo kesên di rêya azadiyê de ne ewqas dûr e lewra hikûmet dişewitîne, esker, bê şerm dişewitînin. Lê Xwedê mezin e. Ew ê rojekê bi ronahîya me kor bibin, Xwedê mezin e. . Fatê, min dilê xwe  cihê ku te Meryem lê veşart hişt. Mîna te porê Meryem ê parast, ez ê êşa xwe veşêrim. Ne wek hev e, lê tu min biborîn e.Ew tenêtî bû ya te bû , te li pey Hesê û Porsor xist. Te jî dizanîbû ku jiyan ji jinan hez na ke. Te ji dizanîbû ku tenêtî dikare jinekê têk bibe. Jinbûn bi xwe zor e, pirsgirêk ne tu yî. . Yaşar Kemal dibêje, rast jî dibêje: " Ew kesên baş li hespên spî siwar bûn û çûn." Hesê Karezi  û Şeşper çûn, lê Cemîl ez dizanim ew her tim bîra te danin. . Cemîl, dibêjin ew kesê bavê wî mir  kor dibe lewra ji nû ve avakirina stûna hilweşandî ya malê zehmet e, pirr zehmet e. . Girtîgeh çar dîwar in, lê çar dîwar her tim mirovan naparêzin. Ne girtîgeh in , cihê êşkenceyê nin. . Di lêgerîna azadiyê, şopa bapîrê xwe de ;Hesen. Difikirin ku wê fikra azadiya wî  bitewînin, wî dixin girtîgehê. Sûç ê wî, xwendina pirtûkên bi zimanekî qedexe hatibûn nivîsandî bû. Sûç ê te ewgas e Hesen, ew ji bo wan bese, bo heta dil ê xwe rehetkin  li te din. . Dîrok me vedişêre, henek her tim hewl didin ku şopên me nehêlin, xera bikin. Hêja Cemîl li şopa Hesê Karezî de dimeşe . Hêja yek ji wan kesan e
Kurdî
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
Gelo xewnên we bi kîjan ziman in?
10/10
·180 syf.·
2020 36. kitabı
Gava ez li zanîngehê de, di pola ewil de bûm, mamosteyê me pirsek ji hevala min re pirsî, got "tu çend salî li Tirkîye yî û tu dibêjî ez fêrî Tirkî bûme, ka wê gavê bibêje xewnên te bi kîjan ziman in?" Hevala min şaş ma ji ber ku ne li benda pirseke werê bû û her wiha ez jî. Dûvre ez fikirîm, min ji xwe re got ka xewnên min bi kîjan ziman in, ma min jî zimanê dayikê ji bîr kirîye. Çend sal derbas bûye hê jî nizanim xewnên min bi kîjan ziman in, ez bala xwe didim xewna xwe lê gava di xew de diçim ji bîr dikim. Hêviya min ji Xwedê ye ku bila xewnên min bi Kurdî bin û hew ne xewn weke ku mamoste Receb gotî ye "Helbet xewn xweş in. Lê ez êdî naxwazim di nav xewnan de bigevizim, dixwazim bi dengê Kurdî hişyar bibim û bi awazên Kurdî bijîm." Îro min ji we re pirtûkek werê anî ku yekê bixwîne ne mimkûn e bibêje nexweş e, ji serî heta dawî lezeteke bê dawî ye. Min dilê xwe di nav vê pirtûkê de hişt. Min dilê xwe xist nav rûpelên wê, wan rupelên wê yên ku bi mirekeba xwînê hatiyê nivîsandin. Êş û derdê xwe, janên dilê xwe ji bîr bikin û guh bidin mamoste Receb. Min ji xwe re gotibû ez êdî hew sîteyê de lêkolînên pirtûkan binîvîsînim lê min niviskarekî werê nas kir û min dît ku kes wî nizane, min xwest du peyv jî be li ser wî binîvîsînim. Min Receb Dildar bi vê pirtûka wî re nas kir, min vê pirtûka wî jî bi tesadufî standibû, wêneya qelpaxa pirtûkê ez kişandim xwe, du çav ku tu yê qet ji bîr nekî... Belê me qala Receb Dildar dikir, ma dikare nivîskarek bi me re ewqas bi can û dil be, tu li ser Instagramê, Twitterê wî dişopînî ew jî tê te dişopîne, tu ji wî re şîrove dikî bersiv didê te, tenê ne Receb Dildar nivîskarên me hemûyan werê ye qurrebûn û poz bilindî piçekî jî be ne li ser wan e, yê ji mînakên ewil jî Receb Dildar e. Ez dibêjim ji ber vê yekî kes qiymetê nade wan.
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma
Leqat a Jiyana Kurdan
10/10
·180 syf.··
Beğendi
·
2022 21. kitabı
Leqat" leqata jiyanê ye. Leqat a man û nemana Kurda ye. Niviskar hewl daye bi vê leqatê bermahiyên Kurda, li pirêzê welat da berhev ke.       Hesê Karazî bigire heya Hêja Cemîl qala 100 salî zêdetir dike. Bi vî avayî xwîner dibin şahîdê 100 sala dawîn. Di vî warî de roman dikare bikeve rêza romanên dîrokî û civakî. Keseyatê romanê li gorî çand û hişmendiya civatê derketiye holê. Keseyeta jina Kurd bi gelek aliyan ve derketiye. Di civaka Kurd de him  Fatê him jî Eyşe hene. Çawa ku Hesê Karazî hebe. Fate û Eyşê jî bi nasnameya xwe bi sekna xwe a nava civatê de, hene. Deqa mala Mistefê Evdî yê ku sermila mêran de yekpar di eniya jinan de jî nîvbuyin. Dîsa têgehek çandî û folklorik bû. Domandina xwenaskirina malbatê, nivş bi nivş beramberî dinyakî ye.      Leqat li alî teknîk de pir serkeftîye. Vegotinek têr û tije. Her heyam bi dilê xwe qal kiriye. Ziman dibe amûrek pêşk û di vegotin re bûye rih û can. Çîrok di serî de bi şayesandinê xwaş bi kêfa dilê xwe dimeşe. Piştre giranî dide bûyeran. Kevan di nava kevana de vedibe, vedibe.... Lê livo livo bi awayek profesonel tê girtin. Li gorî bûyer û hêyamê vegotiner diguhere. Her bûyerê, xwîner bi nêrîna yekem raste rast ser hûrdibe. Kêfa min pir bi şêwazê hat.Wek dika şanoye hatiye honandin. Niviskar tene roniyê dide cihekî . Xwiner tene ew cihê ronîkirî dibîne. Wexta ronî cîh duguhere. Xwener dîna xwe diguherîne. Buyeren mayin hatine jiyin heman deme de.    A romanê de herî bala min kişand û kêfa min jêre hat dewlemendiya zimên bû. Peyv, hevok, honandin wusa xurt û zelal bû. Mirov digot bila qet neqede.
Edebîyata Kurdî
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma