Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Dilberê Serdarê Xwiban • Melayê Cizîrî
Dilberê serdarê xwiban ez nizam agah heye Di hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye Girtî yem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit Carekê navê me bînit pir sewabek zêde ye Mihnet û halê esîran kî li mîran `erde kit Dê bitin pirsê li min lew pir bi rehm û şefqe ye Ger bipirsit carekê xatûn li halê suxteyî Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û mifte ye Bend û zincîr dê vebin curhên di kul dê xweş bikit Lew ko navê dilberê dermanê derdê bende ye Herçi bîvêrê ko navê dilberê bêtin li ser Xweş dibit hadir di gavê bêguman û şubhe ye Bêguman xaka riya wê tûtiya û dane ye Ger di çehvên kor ve înin xweş dibin pê dîde ye Meyyitê sedsale jî wê rê vi ber qebrê kevit Dê vejî rûh bête ser sata xwe bêtin zinde ye Meyyitan lew radikit yekser dilan yexma dikit Ismê e`çem ma dizanit ya mesîha ew bi xwe ye Ez dibêm `îsa ye ew ya Bû-`Elî Sîna ye ew Lew bi remz û `işweyan pir mu`cizat û şîwe ye şîwe û remzên di wê teşbîhê berqê lami` in Kohê Qaf bit ger dikit sata xwiya bit perde ye Perdeya mehbûb di nêv qelban ko dê ker ker bikit Qet di perdê xef dibin Xurşîd û Mah û Zuhre ye Zuhre û Xurşîd-i min dîtin di qewsê hemqeran Surrê da dil `eqreban çerx û sema û hey-hey e `Eqreb û qewsê qezeh vê ra muqabil Muşterî Roj û şêv û nûr û tîrêj berq û hem ispêde ye Ew hemî vêk ra mi dîn têkil di çerxê carekê Hê ji wan bêhal im ez ehwal û `işq û cezbe ye Hal ji wê remzê giha min mestê wê remzê me hêj Serxweş im hetta ebed bê cam û neql û bade ye Serxweş im bê cam û mey remza nihên ebter kirim Nagihan tîr dane dil lew kuşt e hadir suxte ye Kuştiyan xewn dî liqa`ê lew bi wê dê xweş bibin Hêviyan qet nabirim meqşûd me dîdara te ye Hêviyan qet nabirim carek tu bêyî şefqe kî `Eqdê ihramê dê bînim hadirî bim secde ye Secdeya ber eswedan nadim bi sed hecekberan Sond bi wan zulfan û xalan heçwekî bêjim we ye Sond bi wê zulfa siyah ez `abidê husna te me Xef dinoşim vê şerabê xweş şerab û qehwe ye `Umrek e d’sojim bi xef çehvnêrê yek pirsek te me Da beyan kim şerha halê dil bi herf û nukte ye Sed hezar bar şakir im ez ko ji Belqîsa perî Hudhudê şîrînzeban îro xeberdarê me ye Ism û navê tey şerîf hey kir li min qelbê mirî Lew di medhê te û senayê bûyî me çeng û ney e şubhetê çengê dinalim hêj ji dest daxa qedîm Herwekî meş`el disojim dost nizam ageh heye Min divê ser li asitanê herwekî tolan nihim Belki carek keyl bipirsit ev çi mehrûm tole ye Ger bi navê toleyan carek vixwînit bendeyî Bi Melê xweştir ji mal û gewher û gencîne ye Gewher û gencên Melê husn û cemala dilber e Sed te`ale l-lah tebarek ev çi husn û cilwe ye
·
107 görüntüleme
Pîrhevok el Kurdî ❂ okurunun profil resmi
Ji raya giştî re: helbestên ku hûn kurmancîya wê ya nû meraq dikin li bin helbestê şîrove bikin em bo wergerîyê xebat bikin.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.