Dilberê serdarê xwiban ez nizam agah heye
Di hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye
Girtî yem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me bînit pir sewabek zêde ye
Mihnet û halê esîran kî li mîran `erde kit
Dê bitin pirsê li min lew pir bi rehm û şefqe ye
Ger bipirsit carekê xatûn li halê suxteyî
Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û