Mirov çi bûnewerekî ecêb e Dilber,min di gelek pirtûkan de jî ev tişt xwendibû ,lê min bawer nedikir heta hat serê min ; mirov kesê herî nêzî xwe , yê herî delalî li ber dilê xwe, yê ku bi reng û bîn û hilma wî ji hev derdixe , yê ku bi awirekê an livandina lêvekê her tiştê wî fêm dike ; dema jê dûr dikeve û sal di ser re derbas dibin tiştekî ji wî kesî nema nas dike ,ji bîr dike,ew tiştê ku min gotin tev berze dibin, lê belê wateyên wan tiştan dimînin; dema şêweyên dest têne jibîrkirin hest dimînin û dema rengê çav tê jibîrkirin nav dimînin, lê ew mirov diçe...