1976'da Suriye’nin kuzeyindeki Amûdê şehrinde doğdu. Halep Üniversitesi'nde mühendislik okudu. 1990'ların başında birçok Kürtçe ve Arapça dergi ve gazetede yazı ve şiirleri yayınlanmaya başladı. Aynı zamanda Arapça’dan Kürtçe’ye çeviriler yapıyor. Jana Seyda, şu an İstanbul’da yaşıyor.
Eserleri:
Şeva Dawî (Şiir, İstanbul, Avesta Yayınları, 2002),
Destê Sibê Deriyên Nîv Vekirî yên Evînê (Şiir, İstanbul, Avesta Yayınları, 2004),
Bîreweriya Laş (Çeviri, İstanbul, Avesta Yayınları, 2006, Ehlam Misteganmi’den yaptığı roman çevirisi),
Ber Êvarê (Şiir, İstanbul, Avesta Yayınları, 2007).
Herdu çavên te bûn
Yên xemgînî
Ji xewnên binefşan
Didizîn
Herdu lêvên te bûn
Yên rezên tirî
Talan kiribûn
Di şeva sar
şeva berfê de
Evînê
Koç bi koç ji dilê me
Bar dikir
Em di rê de dimeşiyan
Pêjnên me berf
Maç dikirin
Destên me yên xwîdandayî
Xatir ji hev dixwestin
Di wê şeva bêdeng de
Tiştek li ser rê
Nemabû
Ji bilî
şopa evîneke winda
Gitme vaktiydi
Bir uçurumun kenarında kurduk hayallerimizi Kalbimizden
Derin rüzgarlar esti
Kanatlarını açtı kimisi
Bir düşün sıcaklığında buldular kendilerini kanatları düştü kimilerinin
Oracıkta öldüler
Bi gelemperî dema ez nivîsên nivîskarên jin dixwînim bivê nevê pêşî bala min diçe ser zayenda lehengên wan. Bi gotineke din meraqa min ya "Gelo lehengên nivîskarên jin jî bi gelemperî mêr in an ew jî weke nivîskarên zilam ji aliyê empatiyê ve qels in?" -helbet ne hemî nivîskar- ji ber ku ez jî li gor xwe bi nivîsandinê mijûl im û dîsa li
Pirtûk bi du çîrokan despêdike û herdû çîrokan jî li rex hev didomîne , mîna du herqên avê .. Jana Seyda hûnaka çîrokê hêdî hêdî giran giran dimeşine û bi aveyekî zehf xweş , zehf dilşewat bi hev ve girêdide paşê herdû çîrokan jî dike yek çîrok.
Zimanê novelê, te aciz nake , serê te tevlihev nake û zelal zelal diherike. Paşeroja qehremanê me (dîlber) ji jiyana dapîrê wê digire heta jiyana bavê wê û paşê jiyana wê bi xwe, yek û yek ji me re qal dike rabirdûya qehremanê me di serê me de diedilîne û paşê meseleyê didomîne..
Di romanê de tenê li ser meseleya xwe nasekine carcaran jî rastiya civaka me resmdike xwe jî civaka aktûel .. Mînak , kurmanciya Wanê , kafeyên stenbolê , têkiliya jin û mêran li gorî erdnîgariyê..
Jana Seyda Xanim Bi meraqeke zêde kitêbê li me dide xwendin û di dawiyê de pirsên di serê me de gişkan dibersivîne û meseleyê safî dike
Qelema wê neêşe û keda wê sax be
Lê jana seyda du heb “GELO” ji min re hîştin .
1.gelo em paşeroja xwe bizanin bo me baş e an nezanin?
2.gelo mirovên bîrewariya xwe windakirî birastî jî bişans in ?
Helbestên Jana Seyda ji rêzê nînin. Dema min helbestên wê xwendin ez bawer bûm ev helbest ji hestên jineke serfiraz nexşê ser kaxizê bûne. Li vir ne dijê mêr e, li dijê " serdestiya mêranî " ye. Ji xwe ev serdestiya naxwaze ku jin azad û serfiraz be. Her tim dixwaze di bin serdestiya mêranî de bijî. Êdî ev ramana ne pêkane wê di binî ve biguhere . Jana Seyda jî bi helbestên xwe ji bo vê meşê bûye çirûskekê azadiya jin û jiyana wekhev .
"Deriyek hebû , mêr û jinek hebûn
Mêr di bêdengiya xwe de dilûsiya û gotinên xwe yên tikadariyê kedî dikirin.
Jin dike ku gurmîniyê ji derî bîne û derî
Her vekirî ye."