Pirtûk bi du çîrokan despêdike û herdû çîrokan jî li rex hev didomîne , mîna du herqên avê .. Jana Seyda hûnaka çîrokê hêdî hêdî giran giran dimeşine û bi aveyekî zehf xweş , zehf dilşewat bi hev ve girêdide paşê herdû çîrokan jî dike yek çîrok.
Zimanê novelê, te aciz nake , serê te tevlihev nake û zelal zelal diherike. Paşeroja qehremanê me (dîlber) ji jiyana dapîrê wê digire heta jiyana bavê wê û paşê jiyana wê bi xwe, yek û yek ji me re qal dike rabirdûya qehremanê me di serê me de diedilîne û paşê meseleyê didomîne..
Di romanê de tenê li ser meseleya xwe nasekine carcaran jî rastiya civaka me resmdike xwe jî civaka aktûel .. Mînak , kurmanciya Wanê , kafeyên stenbolê , têkiliya jin û mêran li gorî erdnîgariyê..
Jana Seyda Xanim Bi meraqeke zêde kitêbê li me dide xwendin û di dawiyê de pirsên di serê me de gişkan dibersivîne û meseleyê safî dike
Qelema wê neêşe û keda wê sax be
Lê jana seyda du heb “GELO” ji min re hîştin .
1.gelo em paşeroja xwe bizanin bo me baş e an nezanin?
2.gelo mirovên bîrewariya xwe windakirî birastî jî bişans in ?