Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit
Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit
Bi şirînê negehit dest-i eger Ristem-i bit
Dê bi bazo û milan şubhetê Ferhad-i çi kit
Fa`ilek lazim e da fi`l û eser peydae bit
Ger tu heddad-i nebit kûre`ê heddad-i çi kit
Mumkinek dê hebitin da ko teleb haşil bibit
Seyd û nêçîr ko nebit tole`ê şeyyad-i çi