Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Ko Işaret Bi Bişaret Bidirit Nexmeya Çeng • Melayê Cizîrî
Ko işaret bi bişaret bidirit nexmeya çeng Ji rûyê ayîne`ê dil biretin perdeya zeng Fehm-i raz er bikirî wer bibehî mujde`ê saz çeng-i bêperde dibêjit ne ney û nay-i bi deng Weh ko bê şahid û mehbûbê te `umrê xwe biwar Karikê rabe bike weqt e ko êvar e dereng Berê meqşûdê ji tobê negirîn me`lûm e Me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê leng Dilê yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî Eserê dê çi bikit ab-i bi sed qetre li seng Sîne geh têt ko bi ker bit ew ji derbê muhbetê Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewhera `işq `Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng Kifş e mecmû` û perîşaniyê halê me di dil Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng Ne tinê gezme dibarin me ji qewsê du hilal Me ji mijganê siyeh têne ceger tîr û xedeng Mislê wê qewsê hilalê ko du nûn reyhanî Kê nişan dane ji şîraz û kê anîne ji Yeng Her li dora hecerê-eswed hebeşan çerx û tewaf Tên wuqûfa `erefatê bi sema nûbî û zeng şef bi şef tirk û muxul doguş û hindî di kemîn Bi `eceb hatine cengê hebeş û rom û fireng Mîr û kirmanc li holan qederek westa ne Lê di nêvê bi şef û tîp-i `ereb hatine ceng Ji goher xunçe koşa`î digirit durcê `eqîq Bi şeker xende zenî ger bigirît şekkerê teng Were bêperde Mela vê xezelê bîne meqam Herdema bêne sema def bi def û çeng-i bi çeng
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.