Ko işaret bi bişaret bidirit nexmeya çeng
Ji rûyê ayîne`ê dil biretin perdeya zeng
Fehm-i raz er bikirî wer bibehî mujde`ê saz
çeng-i bêperde dibêjit ne ney û nay-i bi deng
Weh ko bê şahid û mehbûbê te `umrê xwe biwar
Karikê rabe bike weqt e ko êvar e dereng
Berê meqşûdê ji tobê negirîn me`lûm e
Me ji destê xwe yê kutah û ji payê xwe yê