Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb
Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb
Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne
Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb
Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn
Rûh dizanit ko ji ber lezzetê `işq mame lebaleb
Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê
Qedehê taze bi destê xwe