Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek
Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek
Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
»Ehsene l-lahu we-tebarek« ji du çehvên di belek
Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin
Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek
Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram
Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di