Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Dilşikestin
Dilşikestin... Peyveke giran e. Bo çi mirov vêya tîne zimên, ji bo deriyê dilşikestinên nû vedike? (1) Çare çi ye, domandina xwendinê, nedîtina şaşiyan an jî tiştekî dinê? Bi rastî jî nizanim. (2) Mirov di hûndirê xwe de xwe dixwin. Hin mirov di hundirê xwe de xwe dixwin. Hin mirov hay ji tiştekî nînin, ehmeq in lê xwedî bi qedr û qîmet in. Hin mirov tenê dibe sedem ku hin mirov di hundirê xwe de xwe bixwin. Hin mirovên ji ber hin mirov bûnê sedem ku di hundirê xwe de xwe dixwin dixwazin bibin sedem ku hin mirov di hundirê xwe de xwe bixwin. (3) Her mirov xwe bi aqil dibînin. Her mirov sedema nebaşiyê digerin û li her tiştî dinêrin ji xeynî xwe. Her mirov ji hin mirovan acizin û dixwazin jiyanê li wan biherimînin. Her mirov di jiyana hin mirovana de ne û jiyanê li wan diherimînin. Hin mirov dixwazin ji wê jiyanê derkevin û berî li jiyaneke nû vekin û jiyanê li hin kesan biherimînin. Hin mirov weke jehrmaran in û tê bibêje qey tenê ji bo jiyana hin mirovan biherimînin dijîn. Hin mirov tê bibêje qey ehmeq in û her tim misadeyê didin ku hin mirov jiyana wan biherimînin. Hin mirovên mîna jehrmaran in naxwazin vî tu karî bikin û ji serî de dibêjin em jehr in lê mixabin hin mirov ehmeq in û serxweş in û dixwazin jiyana wan tim û tim biherim e...
·
1 artı 1'leme
·
231 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.