Gönderi

Talan kirin gulistan bêjin gulan li vir şîn betal e Terqiyan destgirî qediya li vir evîn betal e Dawdirêjên rihbihust çav li ewlad û eyalên me Eger ku qesta namûsa me dike ew dîn betal e Kurdistan bûye gola xwînê mîrê min çav li zînê Min kutaye wî dilî, jê re bêjin êdî ew zîn betal e Bila belasebe nexwînê wî bilbilê şêt û dîn Ku ji Kurdistana min nefûrîbe ew bîn betal e Dest li hewa ereb, dua dikin bo Kurdistana min kêf mekin heya em gişt nemirin ew amîn betal e
·
137 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.