Ehmedê Xasî di sala 1867an de li gundê Xasê yê nehiya Hezanê ku girêdayî Licêya Amedê ye tê dinyayê. Navê bavê wî Hesen yê diya wî Medîne ye. Kalikê wî Osman di dema meletiya xwe de li Hezanê bi cih dibe. Bi navê Mistefa û Mihemed Emîn du birayên Xasî hene.
Perwerdeya xwe ya pêşî li cem bavê xwe Hesen hildide. Piştî bavê xwe ilm û îrfana xwe di gundê Pêçar de li ba mele û alimê wê demê bi Mustafa Hatib re didomîne. Piştî Pêçarê perwerdeya xwe di Medreseya Mesûdiyê de ku girêdayî mizgefta Mezin ya Diyarbekirê ye temam dike û îcazeta xwe ji miftî Hecî Îbrahîm distîne.