Em dimeşin
Em bi hezaran nexşeyên kevn li ser pişta xwe dikin û dimeşin
Pişta me dikeve ber me, em dinalin
Em bang li hemû dewlet û şahên li ser pişta xwe dikin
Em li rewşa xwe dinêrin, pişta me, ji xwînê nayê dîtin.
Em lanet li hemû serok û gelan dikin
Dema me qêrîna zarokên rojhilata navîn bihîst, em derketin rê
Her xwîna ku dikeve ser axa me, dibe dar û em şîn dibin
Vê carê em bi ser dikevin
Em laş û rihê xwe tînin qada şer
Aştiyane û bi ala sipî ku di destê me deye
Li serê serok û leşkeran dixin
Rastî di zimanê me de ye, derew li ber me ye
Dengê me gur dibe, bi qêrîna bijî aşîtî
Ev car jî bi qêrîna bijî aşîtî em dimirin!
Em wisa dimirin ku dinya mirinek wisa nedîtiye
Bi ken û stêrk li ser rûyê me