Gönderi

Weh çi 'işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê Kullu men yesluku hubben subule'n-nari selek Ahê bêgavî ji dil tên me ji pêta di ceger Bes tu bê feyde nesîhet ke me dil bûye pelek Ma ji 'umrê me çi mabit were êdî vi me ra Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyrê melek D'îstîwayê ku ji husna te veda lami'ekê Nezeru'ş-şemsi mine'ş-şerqi ile'l-xerbi delek Afitabê ku ne teswîrê ji husna te bitin Nûruha fi nezerî zulmetu dacin we helek Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik Çi ji biska te bibêm ahi ji biska te çelek Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebê le'l Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek Bi umîda te humayî ne Melê tori veda Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek
Sayfa 140 - NûbiharKitabı okudu
·
58 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.