"...Qedîmî ne Kurd, Arî, xerîbdost.
Ji xelqê xerîb me hez kiriye,
Navê miletan bimbarek û pîroz
Li ewledê xwe ezîz kiriye:
Ûris me daniye navê kurê xwe,
Çerkez û Çaçan, German, Ereb.
Lê Ereb... agirê kîn û kirrê xwe
Li raserî me kiriye bê rehm.
Tirk darda dike, hebisî dike har,
Qeyd dike zar û zimanê me,
Nav û nûçikan li me dike bê ar
Miletçiyên van qelp î kone..."