Na…
Ew welatê sadîstan
Ê faşîstan
Ê parsek… û petrolvanan
Ê sofî... û serxweşan
Ê şeytan… û rahîban
Ê feqî û hekîm û meleyan
Ne ew welatê ku di rojên borî de
Baxçeyê xewnên me bû...
Na...
Ne ev e welatê me...
Ev laşê di bin hikmê sêdarê de
Yê ku bi nexweşiya belharisya ketiye
Yê mîna kûçikan rûniştiye
Li ber şekala rejîmê
ziman jî qedexekirî...