Belê, ev baranek e ku li dora masa min dibare. Piraniya caran ez di xewnên xwe de bi te re me. Yan jî ez her te difîkirim... Eger her tişt weke ku me hesibandibûn bimeşiyana û min bikaribûya te gelek carên din jî bidîta û ew tiştên ku ez mat hîştim wisan li pey hev nehatina, gelo ez dê dîsan weha di bin dilopên xatire û bîranînan de bimama? Ez vê yekê nizanim.