Taybetmendiya herî bingehîn a serweriyê, serxwebûn e, înfîrad e. Heta siheka qels a serweriyê di mirovên bêhêz (aciz) de jî ji bo ku serxwebûna xwe biparêze mudaxeleya xelkê bi tundî red dike û destûrê nade hin têkilî wezîfeya wî bibin. Gelek padîşah da ku mudaxele çênebe zarokên xwe yên bêguneh û birayên xwe yên gelek ji wan hez dikir bi awayekî bê merhemet kuştine. Nexwe, taybetmendiya herî bingehîn a serweriyê û pêwistiya wê ya ku înfîkakê qebûl neke û pêdiviya wê ya daîmî; serxwebûn e, înfîrad e, reda mudaxeleya xelkê ye.
Va ye ji ber vê taybetmendiya wê ya gelek bingehîn e ku serweriya îlahî ya di dereceya rubûbiyeta mutleq de ye, bi gelek tundî beşdariyê (îştîrak) û mudaxeleya xelkê red dike; ji ber vê ye ku Qur’ana Mucîzulbeyan jî bi gelek coşdarî (heraret) û bi tundî û tekrar tekrar tewhîdê nîşan dide û bi gefên mezin şirk û îştîrakê red dike.