Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Li vê derê ji bo rehetî her tişt heye. Jiyan li vê derê di bin poşikeke nerm û stûr de lal û bêdeng nivistî ye. Ev der bêdeng e, ne pejîn, ne teq, ne req. Doraliyê me lal û xamûş e. Îcar wext... jixwe wext li vê derê naherike û tîştên ku wext tînin bîra însên, li gundê me windabûyî ne. Em di nav wextên mirî de dijîn. Yanê wext lî vê derê mirî ye. Em jî... leheng û şerwanên wexta mirî ne... herweha, êdî ez li hêviya melayîka mirinê, ruhistîn im jî. Ez li benda wî me da ku ew were û bîkeve hembêza min. Lê ew nayê. Ez nizanim ka ew jî min qaherî ye yan keys bi dest naxîne? Belê, rehetîya min aha rehetiyeke weha ye. Rehetiyeke bêdeng, rehetiyek di nav wextên mirî de.
·
64 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.