Dilber dînê sibe bû ez xezal im
ax lo rebeno lo narim deştê li minê,
gidî kembera zêr û zîvîn giran e
ji eşqa dilê rezîl qêmîş nakim hayê ax lo nadim piştê
hewû rebeno gidî,
hewû zalimê gili gazin û loma ji mi neke
mi sond xwarî
sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji teniștê
bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi,
gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê
sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin
çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû
tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê
Xezal dînê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê
kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê
melhemekî çêbike ji şîr û şekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî,
geli gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirim
hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê
bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê
çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû
hûn ji bona Xwedê şahde bin vê sibengê
xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.