Bav an jî Dewlet
Puan vermedi·88 syf.··
2024 61. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 23 Mayıs 2024 23:48
Payîz, Ziyab, Zeyneb, Zakeya...nav diguherin, çîrok dubare dibin. Samanci, di vê pirtûka xwe ya dawîyê de şûrê xwe yê femînîzmê di zikê baviksalariyê re dike. Serlehenga romanê ya ku di hundirê xwe de du kesayetan xwedî dike, piştre jî kedî dike, ji serê romanê heta dawiyê li hemberî mêr, bav û dewletê têdikoşe. Di dawiya pirtûkê de têkoşînê dibe serî û "bav" dikuje. Ez naxwazim bibêjim bavê xwe dikuje lewra bi nêrîneke sembolîk em nêzê têgehan bibin dê baştir be. Min çawa dest bi vê pirtûkê kir, ew pirtûka ku beriya niha çar salan min xwendibû hate ber çavên min: #k:94568. Ji aliyê, têgeh, bûyer û honandinê ve gelekî dişibin hevdu ev herdu berhem. "Gava rihê min wekî hespê kumeyt dihîre, bavê min wekî dûpişkekî di nava mêjiyê min de vedide; derziya dûvê wî li ser milê wî ye, nobedariya min dike. Di vê babetê de mêr, xezûr, kek, ap û kal tev dibin cerde û tiliyên xwe dihejînin." r. 24 Qasê ku di bîra min de maye dikarim bibêjim di pirtûka Saddavi de jî hevokeke bi vî rengî cih digire. Dema mesele dibe bidestxistina kesayeta jinê, rûyên hemî mêran dişibin hevdu, di awirekî de zîq dibin. Herwiha serîhildana jinan a li hemberî dagirkeriya mêran/dewletan jî di herdu pirtûkan de bi heman şêwazî hatine honandin. Serlehenga Samanciyê tevir bilind dike û orta dilê bavê xwe dixe, di cî da dikuje. Bi heman hawî serlehenga Saddaviyê jî bi heman amûrê ve muxtarê gund dikuje. Ew muxtarê ku tecawizê jinên gund dikir û kesekî jî nikaribû jê re bigota pozika sola hegemonyaya te xwar e! Ger em ji perspektîfa edebiyata berawirdî li berheman binêrin bi rehetî dikarin bibêjin Samanci kevçiyê xwe di kodika Saddavi de kiriye. Lê ji aliyekî ve herdu berhem ji hev vediqetin: di pirtûka Samanci de em li pêrgî nasnameya netewî jî tên. Ango pêrgî wî rûyê dewletê yê ku ji ser heman rûyên mêran re ye. Vê nîşeyê jî em li virê binivîsin. Di pirtûkên ewil ên edebiyata Kurdî de, lehengên jin ên ku ji aliyê mêran ve tehdayî didîtin, di dawiya bûyeran de xwe dikuştin. Lê îro em bi zelalî dibînin êdî jin xwe nakujin, kujerê xwe dikujin. Bi hêviya berhemên dîtir ên rexnebaranî û bêhnvedanî.
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
··
210 Gösterim
3 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Seeta te xweş huba dilê min. Te dîsa xweş lêkir ye:). Te dilê min jî hêsan kir. 🙏💐
Şeyma
Gönderi Sahibi
Saeta te xweştir be keça Serhedê, kêfxweş bûm 🙏🏾🌺🌺
Nowayê (Eyşana Beravî) jî bixwîne, %100 t'ê bibişirî (nizanim belkî jî bi deng bikenî )
Şeyma
Gönderi Sahibi
Bila 🌸
Pdf heye gelo?
Şeyma
Gönderi Sahibi
Na mixabin