Gönderi

Ji têkçûna tevgera neteweyî ya sala 1925an şûn ve, gelek Kurdên rewşenbîr û kadroyên sîyasî yên ku derbasê dewletên Awrûpî, Iraq, Surîye û Beyrûdê bûn, xebata xwe ya rewşenbîrî û sîyasî li wê derê dewam kirin. Ji vana yek jî Memduh Selîm Beg bû. Bi hewldan û serkêşîya Memduh Selîm Begî, ji bo piştgirîya berdewamî ya grubên şoreşger ên tevgera rizgarîya Kurdistanê, pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê hatîye rojevê. Di encama vê nêrîn û lêgerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên Kurd û şexsîyetên siyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêbûne. Herweha bi hin gurubên mixalif ên Ermen re jî têkilî û hevdî- tinên piştevanîyê hatine kirin.
·
61 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.